Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên qurbaniyên Qetlîama Wartinîsê piştî biryara Dadgeha Bilind, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye.
Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilnid biryara beraatkirina 3 leşkeran pesend kiribû û gotibû Bulent Karaoglû, Fermandarê Alaya Cendermeyan ê navçeyê fermana şewitandina gund daye. Lê biryara girtina Karaoglûyî nedabû.
Bixwîne - Dadgehê gotiye serleşker berpirsê qetlîamê ye, lê ew negirtiye
Parêzerên qurbaniyan ji bo her sê leşkerên beraat kirine careke din werin dadgehkirin û Fermandar Bulent Karaoglû were girtin serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye.
Leşkeran di 3yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yê de girtibûn ser li gundê Wartinîsê yê navçeya Têliya Mûşê û gund şewitandibûn. Di encama vê bûyerê de ji heman malbatê 7 jê zarok 9 kes miribûn.
Li gorî nûçeya Dindar Karataşî ya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, parêzerên malbatê gotiye ku “mafê jiyanê hatiye binpêkirin” û “lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin” û serî li Dadgeha Destûra Bingehîn daye.
Parêzeran her weha diyar kiriye ku ji bo dema yasayî ya dosyayê bidawî nebe bila dadgehkirin di demeke zûtir de pêk were, Bulent Karaoglû, Fermandarê Alaya Cendermeyan were girtin ku Dadgeha Bilind gotiye ji şewitindina gund ew berpirsiyar e û lêpirsîna bibandor ji bo her sê leşkeran bike ku dadgehê biryara beraetkirina wan pesend kiribû.
Çi bûbû?
Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilind biryara xwe ya derbarê Qetlîama Wartinîsê de aşkere kiribû. Dadgehê gotibû ku Bulunt Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê wê demê, berpirsiyarê qetlîamê ye.
Li gorî nûçeya Ersan Atarî ya di Kisa Dalgayê de weşiyaye, Dadgeha Bilind gotibû, “Serpel Karaoglûyî fermana şewitandina gund daye” û biryara beraetê ya dadgehê ji bo wî dabû, qebûl nekiribû. Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ji bo sê leşkerên payebilind ên bersûc hatibû dayîn, qebûl kiribû.
Kadîr Karaçelîk, parêzerê malbata Wartinîsî û Serokê Baroya Mûşê ji bianetê re gotibû ku “Bersûcê ku ji ber şewitandin û kuştina 9 kesan sûcdar hatiye dîtin nehatiye girtin, lê bi kontrola edlî ya qedexeya derketina ji derveyî welat serbest bûye, ev rewşeke trajîkomîk e. Di roja me de ji ber sûcên gelekî sivik biryara girtinê didin, lê di bûyereke wiha giran de biryara girtinê nîne.”
Karaçelîkî her weha diyar kiribû ku “Ger di dosyayê de heta 3yê Çiriya Pêşiyê ya 2023yê biryar neyê dayîn xetere heye dema wê ya yasayî bidawî bibe. Bi vê helwesta darazê ne mimkun e bigihêje. Dadgeha qonaxa yekem di 1ê Adara 2016ê de biryar dabû, dosya 5 salan li Dadgeha Bilind hiştin, di sala pêncan de biryar dan. Dikarîbûn dem baştir bikar bianîna.”
Li gorî biryara Dadgeha Bilind wê dadgehkirin di 21ê Îlona 2021ê de were kirin.
Karaçelîkî derbarê vê biryarê de jî wiha got: “Em wisa difikirin ku di vê de jî helwesteke kêfî û ne li gorî berpirsiyariyê nîşan didin. Kêmasiyên weke teblîgatan dikaribûn di mehekê de temam bikin lê çima dîroka danişînê ewqas dereng nîşan dan? Me hemû halên pratîka bêcezatiyê di qonaxa jêpirsîn û peyketinê de dîtin, em hîna jî dibinin.
Serdozgeriya Komarî ya Dadgeha Bilind gotibû ku lêpirsîn û peyketineke bibandor nehatiye kirin û divê dadgehkirin jinû ve bibe.
Mehmet Nasir Ogutê 14 salî, Eşref Oran, Sevda Ogut, Sevim Ogut, Mehmet Şakir Ogut, Mehmet Şirin Ogut, Aycan Ogut, Cihan Ogut û Cinal Ogut di 2yê Çiriya Pêşiyê ya 1993yê de li gundê Wartinîsê yê navçeya Têliya Mûşê agir bera mala wan dan û ew kuştin.
Doz derbarê qetlîamê de hatibû vekirin û di 1ê Gulana 2016an de li Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê hemû bersûcan ji ber “kêmbûna delîlan” beraet kiribû.
Daîreya Cezayan a 1em a Dadgeha Bilind ji bilî ya derbarê Bulent Karaoglû, Fermandarê Cendermeyan ê Navçeyê biryara beraetkirina bersûcên din qebûl kiriye. Biryara beraeta derbarê Karagolûyî de qebûl nekiriye. (RT/FD)