Piştî daxwaza jinûve dadkirina Serokê PKKê Abdullah Ocalan ji hêla Dadgeha Makeqanûnê (DM) ve hat redkirin, parêzerên wî serî li Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê (DMME) daye.
Parezerê Ocalan Cengiz Yurekli daxuyanî da bianetê û got ku DMê daxwaza jinûvedadkirinê ne li gorî esasên hiqûqî, bes di warê ûsulê de red kiriye.
Cengiz Yureklî wiha got: ‘Divê li dadgeheke bêalî û serbixwe de mafê Ocalan yê xweparastinê were tesîskirin û bi vê awayî ji nû ve were dadkirin. Sedema wê serlêdana me ev e.’
Cengiz Yurekli herwiha diyar kir ku ji 27ê Tîrmeha 2011an vir ve hevdîtina Ocalan bi parêzeran re tê bêyî ti hincetî tê astengkirin.
Çima serî DMMEyê hat dayîn?
Parêzer Yurekli derbarê sedema serlêdana DMMEyê de wiha axivî:
‘Di sala 2013an de qanûneke nû hatibû çêkirin. Ew madeya ku jinûvedadkirinê asteng dikir, hat rakirin. 200 kesên weke Ocalan ku mexdûrê wê qanûnê bûn re riya jinûvedadkirinê hat vekirin.’
‘Piştî ku rê li ber jinûvedadkirinê vebû me jî serî li Dadgeha Makeqanûnê da.’
‘Lêbelê Dadgeha Makeqanûnê got ku ew li dozên beriya 2012an nanêreû ji hêla esasê ve derbarê serlêdanê de ti lêpirsîn nehate kirin û bêyî ti hincetê serlêdan hat redkirin. Beriya biryardayîna dadgehê, Wezîrê Dadê yê wê demê Sadullah Ergin gotibû ku wê serlêdan were redkirin û wisa jî bû.’
Parêzer Cengiz Yurekli diyar kir ku wan bi heman hinceta vê carê serî li DMMEyê dane.
Pêvajoya dadkirinê çawa pêk hat? |
Di 19ê Tîrmeha 2003an de bi qebûlkirina qanûnekê ve ji bo Ocalan riya jinûvedadkirinê hate astengkirin. DMMEyê jî di serlêdanê de wê qanûnê kire hincet û daxwaza jinûvedadkirinê red kir. Lêbelê Daîreya Mezin ya DMMEyê di sala 2005an de piştî serlêdana Ocalan biryar da ku mafê wî yê dadkirina adil hatiye binpêkirin û ji Tirkiyeyê re pêşniyar kir ku doza derbarê Ocalan de bila jinûve were dîtîn. Îxlalkirinên ku DMMEyê diyar kiribûn wiha ne: 'Ocalan zêdeyî hatiye binçavkirin, di wê pêvajoyê de derfet û pêkanînên mafê hiqûqî ji holê rabûye, bi parêzeran re hevdîtinên Ocalan hatine astengkirin, ji bo Ocalan û parêzerên wî re gihiştina dosyeya dozê hatiye astengkirin.' Konseya Ewropayê jî di 2007an de wekê gelek caran di warê qanûna ku derbarê Mihekemeya Cezayê de ji ber ku jinûvedadkirin hatiye astengkirin, Tirkiyeyê rexne kir û bertek nîşan da. |
DMMEyê di 2014an de jî gotibû ‘îxlal’
DMMEyê derbarê serlêdanên cuda yê Ocalan de, di 18ê Adara 2014an de biryara xwe da û bi 25 hezar Euro peredayînê ve Tirkiyeyê ceza kir.
Di biryara 2 sal ewil de DMMEyê serlêdana bi hinceta ‘îxlalkirina muameleya nebaş û li dijî mirovahiyê’ de lêkolîn kir û biryar da ku derfetên girtîbûna Ocalan de binpêkirinên mafî pêk hatine.
(AS/YO)