Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîsyona Parêzeran a Doza Qetlîama Enqereyê ya 10ê Çiriya Paşiyê bi hinceta ku berpirsiyariya wan di qetlîama Enqereyê de heye, giliyê hemû karmendên dewletê kirine.
Di dema qetlîamê de 103 kesan can dabû.
Di daxwaznameyê de hatiye gotin ku bila lêpirsîna hemû kesên di sala 2015an de li Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê wezîfedar bûne û berpirsiyariyên xwe pêk neanîne li gorî Xala 83yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) ye derbarê “kuştina bi liv û tevgerên ihmalkar ên bi zanebûn”, Xala 281ê ya TCKyê ya derbarê “tunekirina delîlên sûcan” û Xala 257ê ya TCKyê ya derbarê “wezîfeya xwe ji bo tiştên ne li rê bikar bîne” bê kirin.
KESK, DÎSK, TMMOB, TTB, saziyên ku xwenîşandana 10ê Çiriya Pêşiyê li dar xistibûn û parêzerên hin malbatên ku xizmên wan di dema qetlîamê de miribûn an jî birîndar bûbûn daxwaznameyên xwe pêşkêşî dozgeriyê kirine.
Piştî qetlîamê doz hate vekirin û di sala 2018an de ceza li hin bersûcan hatibû birîn. Dadgehkirina failên firar hîna dewam dike. (AS/FD)