Tahîr Elçî wê bi çendîn bernameyan were bibîranîn. Bernameya bibîranînê ya parêzer Tahîr Elçiyî wê 25ê Çiriya Paşiyê roja Înê bi pêşkêşkirina kurtefîlman destpê bike. Wê rojê dê fîlmê bi navê “Kapı” yê Evîndar Tokûrê, “Li vir” yê Sîbel Ogeyê, “Fotograf Altı” yê Aylîn Kizilê, “Rewşen” yê Mûsab Tekîn, “Qehremanên vê demê” yê S. Eyûp Tanî bên nîşandan. Di hin fîlman de wê derhêner jî beşdar bibin. Bername wê saet di 18.00ê de destpê bike.
26ê Çiriya Paşiyê roja Şemiyê wê Pêşbirka Kişkê saet di 09.00ê û 19.00ê de pêk bê.
27ê Çiriya Paşiyê roja Yekşemê wê saet di 19.00ê de Bernameya Xelatdayînê ya Mafên Mirovan û Azadiyê ya 2022yê ya Tahîr Alçiyî li dar bikeve. Saeta vê bernameyê di 19.00ê de ye.
Her sê bername wê li Salona Konferansê ya Parêzer Tahîr Elçiyî ya Baroya Amedê pêk bên.
Bixwîne - Dadgehê daxwaza girtina bersûcan dîsa qebûl nekiriye
Wê li ser gorê Tahîr Elçiyî bibîr bînin
Bernameya bibîranînê ya Tahîr Elçiyî wê roja 28ê Çiriya Paşiyê bidawî bibe ku di sala 20215ê de heman rojê hatibû kuştin. Bernameya roja Duşemê wê saet di 10.15ê de bi meşekê dest pê bike. Meş ji ber avahiya Edliyeyê heta Minareya Çarling wê dewam bike.
Paşê saet di 10.53 deqîqeyan de ku Elçî wê kêliyê can dabû, li ber Miraneya Çarling bernameyeke bibîranînê pêk bê. Herî dawî jî wê saet 14.30 deqîqeyan li ser gora Tahîr Elçiyî bernameya bibîranînê li dar bikeve.
Çi bûbû?
28ê Çiriya Paşiyê ya 2015ê de serokê Baroya Amedê, Tahîr Elçî hat kuştin. Lêpirsîna ji bo bûyerê nehatiye encamdan û bûyer hê jî nehatiye zelalkirin
Pêvajoya Darazê
Serdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye.
Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan.
Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta "bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê" ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi "kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî" tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.
Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin. (FD)