* Fotograf: ÇHD, Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Selçûk Kozagaçli, Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) û yek ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Gel, îro cara duyem e ku hatiye girtin.
37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara girtina Kozagaçliyî daye ku heman dadgehê sê roj berê biryara serbestiyê ji bo wî dabû.
Parêzer Ezgî Çakirê ji bianetê re got, dema biryar dihate xwendin derb li wan hatine dayîn û wan fam nekiriye ku bê ji ber çi hatine girtin. Her weha zabitname jî bi dest nexistine.
Polîsan derb li parêzerên ku xwestine li salona dadgehê Kozagaçliyî biparêzin, dane û ew ji salonê derxistine. Di vê demê de dadweriyê biryara girtinê xwendiye.
Parêzer Engin Gokoglû, Aycan Çîçek, Aytaç Unsal, Behiç Aşçi roja înê hatibûn berdan, lê li hemberî vê biryara berdanê îtiraz hatibû kirin. Li ser vê rewşê Dadweriya Cezayên Silhê ji bo çar parêzeran biryara girtinê dabû.
Selçûk Kozagaçli jî li ser biryara zevtkirinê, duh çûbû avahiya Edliyeya Stenbolê ya Çaglayanê. Kozagaçli bi derbkirinê biribûn Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê.
Parêzer Selçûk Kozagaçli îro birine edliyeyê û biryara girtinê ji bo wî derxistine.
Çi bûbû?
Bêhtirên parêzeran 12ê Îlona 2017ê di encama serdegirtina buroya xwe de hatibûn desteserkirin. 20ê Îlonê hatibûn girtin. Kozagaçli jî 13ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê hatibû girtin.
37emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 14ê Îlona 2018ê di danişînê de biryar girtibû ku Ahmet Mandacı, Aycan Çiçek, Ayşegül Çağatay, Aytaç Ünsal, Barkın Timtik, Behiç Aşçı, Didem Baydar Ünsal, Ebru Timtik, Engin Gökoğlu, Naciye Demir, Özgür Yılmaz, Selçuk Kozağaçlı, Süleyman Gökten, Şükriye Erden, Yağmur Ererken, Yaprak Türkmen û Zehra Özdemir bên berdan.
Ji bo parêzer Gunay Dag û Oya Aslanê biryara zevtkirinê heye.
Lê piştî vê biryarê bi rojekê dozgerî li hemberî vê biryarê derketibû û dadgehê vê carê biryara zevtkirina parêzeran derxistibû. Heta niha ji van parêzeran 5 heb hatine girtin.
Dadgeh wê 19 û 20ê Sibata 2019ê li Edliyeya Stenbolê ji bo heman dosyayê bicive. (AS/FD)