Derbarê Epozdemîrî de ji ber tohmetên weke "bertîl", "alîkariya rêxistina terorê ya FETOyê" û "sîxuriya siyasî û leşkerî" du lêpirsînên cuda hatibûn vekirin. Ji ber vê yekê Epozdemîr di 10ê Tebaxê de hate desteserkirin.
Dozgeriyê xwest Epozdemîr bi tohmeta ku "navbeynkarî ji bo bertîlê kiriye" û "bertîl wergirtiye" bê girtin.
Her wiha ji bo tohmetên "sîxuriya siyasî û leşkerî" û "alîkariya FETOyê", dozgeriyê daxwaza qedexeya derketina derveyî welêt kir.
Dadgeha nobedar biryar da ku Epozdemîr ji ber sûcê "navbeynkarî ji bo bertîlê kiriye" bê girtin. Lê dadgehê daxwaza qedexeya derketina derveyî welêt red kir.

Dema desteserkirina parêzer Rezan Epozdemir rojek hat dirêjkirin
Çi bûbû?
Di lêpirsînekê de, şahidekî bi navê A.D. îdia kiribû ku Epozdemîr 3 caran bertîl wergirtiye.
Li gorî îdiaya şahid, di bûyereke sala 2021an de, Epozdemîr û kesekî bi navê C.Ç. ji bo serbestberdana kesekî, li ser 150 hezar dolar bertîlê li hev kiriye.
Hatibû îdiakirin ku 75 hezar dolar beriya berdanê û 75 hezar dolar jî piştî berdanê hatiye dayîn.
Şahid îdia kiribû ku C.Ç. di 7ê Tîrmeha 2021an de, 75 hezar dolar ji vê pereyê bi destê xwe biriye ji Epozdemîr re.
Hat diyarkirin ku qeydên "WhatsAppê" jî vê îdiayê piştrast dikin.
(AY)
Çavkanî: Rudaw
