Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Parêzer Resûl Temûr, ji bo muwekîla xwe Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û edîtora Ajansa Mezopotamyayê Dîcle Muftuoglûyê serî li Dadgeha Destûra Bîngehîn daye.
Rojnameger Dîcle Muftuoglû, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Amedê de di meha Nîsanê de hatibû desteserkirin û di 3ê Gulanê de bi îdiaya ku “Endamê rêxistinê ye” hatibû girtin.
Di serlêdana ji bo Muftuoglûyê de ku bi rêya parêzerê Resûl Temûr hatiye kirin, amaje bi zextên li ser rojnamevanên Kurd hatiye kirin. Di serlêdanê de hatiye diyarkirin ku xebatên rojnamevaniyê yên Muftuoglûyê wekî sûc hatine hesibandin, lê ya tê kirin li dijî xalên 26 û 28an ên Destûra Bingehîn ên di çarçoveya azadiya derbirîn û çapemeniyê de ne.
Her wiha di serlêdanê de hatiye destnîşankirin ku ji ber biryara nepen ya li ser dosyeyê mafê îtirazkirinê jî hatiye astengkirin.
Duh Yekîneya Hiqûqê ya Komeleya Xebatên Medya û Hiqûqê (MLSA) li ser navê Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû.(NT/AY)