Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin. 9 ji wan hatibûn girtin. Yekemîn danişîna dozê wê di 16ê Gulanê de pêk were.
Îdianameya derbarê rojnamegeran de ji 210 rûpelan pêk hatiye.
“Ji bo xebatên xwe yên pîşeyî girtîne”
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê parêzerê rojnamegeran Resûl Temûr îdianameyê nirxandiye û destnîşan kiriye ku îdianame jî radixe ber çavan ku her 9 rojnamevan jî ji ber xebatên xwe yên pîşeyî hatine girtin û gotiye:
“Îdianame li ser nûçeyên Ajansa Mezopotamya hatiye nivîsandin. Armanca vê îdianameyê ne hiqûqî ye. Dixwazin bi îdianameyên wiha xebatên rojnamevaniya kurdî bidarizînin.”
“Dixwazin bi nûçeyan ceza bike”
Temûr destnîşan kiriye ku dozgeriyê beşek nûçeyên ji MAyê bijartine û dixwazin li ser vê sûc û delîl peyda bikin û wiha gotiye:
“Dozger nûçeyên din ên ajansê ji nedîtî ve hatiye. Dozger dixwaze ji ber nûçeyên kurdan û pirsgirêka kurd eleqedar dike bike sedema cezakirinê. Dixwaze naveroka nûçeyan ceza bike. Bi vî awayî jî dixwaze rojnamevaniya kurdî bike hedef. Dixwaze bi nûçeyên navborî û rojnamevanên tên darizandin têkiliya wançêke û ji vir jî eşkere dibe ku dozgerî bi kêfî tevdigere. Yek nûçe jî nabe ku bikin mijara sûc. Yek nûçe jî ne di asta cezakirinê de ye. Dixwazin bi nûçeyan rojnamevanan sûcdar û ceza bikin.”
Çi bûbû?
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê de li 9 bajaran 11 nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û JINNEWSê di encama bi sergirtina malan de hatibûn desteserkirin.
2emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê, ku li ser daxwaza Serdozgeriyê ji bo dosyeyê biryara nepenîtiyê dabû.
Dîsa li ser daxwaza dozgeriyê, 5emîn Dadweriya Cezê û Aştiyê ya Enqereyê 24 saetan hevdîtina bi parêzeran re qedexe kiriye.
Her wiha dozgeriyê dema desteserkirina rojnamegeran rojekê dirêj kiriye.
Parêzeran biryara dirêjkirina dema desteserkirinê û nepenîtiyê qebûl nekiriye.
Nûçegihanên MAê Dîren Yûrtsever, Denîz Nazlim, Selman Guzelyuz, Zemo Aggoz, Bêrîvan Altan, Hakan Yalçin, Emrullah Acar û Ceylan Şahînlî û nûçegihanên JinNewsê Habîbe Eren û Oznûr Deger û Derya Ren duh hatibûn desteserkirin.
Her wiha Midûra Karên Nivîsê ya MAyê Dîren Yûrtsever ku li Stenbolê û nûçegihanê MAyê Hakan Yalçin li Wanê hatibû desteserkirin.(AY)