Fotograf: MA
Tifaqa Komarparêz di rêya hilbijartina 14ê Gulanê de li ser destkeftiyên jinan gotûbêjan dike. Partiya Yeniden Refahê ku yek ji pêkhateyên Tifaqa Komarparêz e, dixwaze xalên Qanûna bi hejmara 6284an biguherin. Li hemberî vî tiştî, muxalefet û hinek jinên di nava hikûmetê de bertek nîşan dan. Nîqaşên derbarê qanûna bi hejmara 6284an, nûneriya jinan a di siyasetê de û girîngiya hilbijartina 14ê Gulanê ji bo jinan tê çi wateyê? Seroka Dakahder (Komeleya Piştevaniya bi rengê jinan) Parêzer Asli Pasînliyê berpisa pirsên bianetê da.
"Helwesta partiyan a di mijara zayendiyê de pir xerab e"
*Asli Pasinlî
Asli Pasinliyê diyar kir ku ji bo di van hilbijartinan de temsîliyeta wekhev a li Meclîsê bê misogerkirin, ji her demê girîngtir e. Bi gotina Pasinliyê divê jin li cihên ku dikarin bên hilbijartin weke namzet bên nişandan, bicihanîna pergala fermûarê û piştgirîkirina kampanyayên jinan a ji budceyên partiyan jî bi heman rengî girîngtir bûne:
"Di 14ê Gulanê de yek ji girîngtirîn hilbijartinan wê li Tirkiyeyê pêk bê. Lê di vê hilbijartina girîng de bi qasî ku divê, jinan di lîsteyên parlamenteriyê de cih negirtin. Serlêdanên namzediyê di 9ê Nîsanê de qediyan û helwesta partiyan a di mijara zayendiyê de pir xerab e. Em li bendê bûn ku partiyên siyasî di hilbijartinan de di warê temsîliyeta wekhev de herî kêm hinek pêş biketana. Ji bo ku temsîliyeta wekhev were misogerkirin, me ango Platforma Eşîkê nameyeke vekirî ji bo partiyên siyasî me bi navê “Nûneriya wekhev ne qenciyeke lê mafê jinan e/Nûneriya wekhev nebe, demokrasi nabe nameke nivîsand û weşand.”
"Peymana Stenbolê yek ji mijarên herî bingehîne"
Pasînliyê, Peymana Stenbolê bi bîr xist û daxwaz kir ku bila careke din pêk bê: “Em dixwazin dest nedin Qanûna bi hejmara 6284an, mafê nefeqeyê û mafên jinan ên ku bi dest ketine. Jiyana ku tundî tê de nîne mafê me ye û em vê, daxwaz dikin. Hemwelatîbûna wekhev, di siyaset û mekanîzmayên biryargirtinê de temsîliyeta wekhev, mafê jiyana bêtundî dixwazin, Peymana Stenbolê ne tene mijarên jinparêz û parlamenterên ku jin li ser wan kar dikin, her weha mijarê herî bingehîn ên hemû kesên li vî welatî dijîn e.”
Pasînliyê bal kişand li ser zehmetiyên pêkanîna pergala fermûarê ya li gorî zayendiyê û bi van gotinan berdewam kir: “Heta ku wekhevî pêk bê, ji bo dezavantaj ji holê rabin, dibe hin tedbîrên demkî bên girtin. Bicihanînên kotayê tenê mînakek vê yekê ne. Kota ne îstîsnayek a wekheviyê ye. Amûreke pêkanîna wekheviyê ye. Her çend kotaya ji bo jinan haiye danîn, weke ku neheqiyek li mêran hatiye kirin bê dîtin jî, lê di rastiyê de derfetên beşdarbûna siyasete ji bo jin û mêran ne wekhev in. Di pêşbirka navborî de ji bo hilbijartina jî şert û merc newekhev in. Kota di rastiyê de ji bo jinavbirina van neheqiyan bi tene rêbazek e.”
“Di lîsteyan de jin yekem ‘qurban’ in”
Pasînliyê behsa kotaya partiyên siyasî kir û diyar kir ku ev hejmar gelek kêm in: “Din ava HDPyê ji sedî 50 kota heye, kotaya CHPyê ji sedî 33 ye. Her weha CHPyê di sala 2021an de pêşnûmeya qanûna temsîliyeta wekhev pêşkêşî Meclîsê kiribû û ev pêşniyar hatibû redkirin. Lîsteyên namzetên partiyan hatin eşkerekirin û dema em li rêjeya namzetên jin binêrin; ji 600 namzetên AKPyê 113 jin in. Yên MHPyê ev hejmar di 90î de ma. Ji 600 namzetên Partiya Refahê tenê 45 jin in. Ji 582 namzetên CHPyê 156 (ji sedî 26,80) jin in. Li aliyê din ji 536 namzetên IYI Partiyê 139 jin in. Bi gotineke din ev rêje di asta ji sedî 25,9an de ye. Di Partiya Kesk a Çep de ji 490 namzetên heta niha hatine aşkerikirin 193 jê jin in. Di nava partiyê de jî ji sedî 50 kotaya nûnertiya jinan heye. Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP) jî di nav 398 namzetan de 161 jin wek namzetên parlamenteriyê destnîşan kir. Di lîsteyan de jin yekem ‘qurban’ in.
“Destkeftiyên ku jinan diparêzin hedef digrin”
“Rêjeya ku partiyan di sere lîsteyê de jin kirine namzet jî wiha ye; AKP 4, CHP 11, ÎYÎ Partî 6, Partiya Kesk a Çep 32, TÎP 20 jin di rêza yekemîn de bûne namzet. Bi stratejiyek weha pêkanîna pergala fermûar çiqas pêkan e! Mixabin di lîsteyan de berî hemû kesan jin ‘tên fedakirin’. Siyaseteke pir mêrane hê jî serdest e û em hewl didin bi têkoşîna wekheviyê li dijî wan têbikoşin.
"Meclîsek çawa li benda me ye?"
Pasînliyê anî ziman ku girseya herî zêde bandorê li encamên hilbijartinê bike wê jin bin: “Hinek pirsgirêkên ku çareseriya wan gelek dijwar hene. Kîjan partî jî derkeve pêş, guhertina wan zehmet e. Lê encamên vê hilbijartinê ji bo jinan û LGBTIyan gelekî xurt in. Encameka neyînî zirarê bide destkeftiyên jinan û LGBTİ yê û vegerandina vê zirarê tune ye. Mînaka Afganîstan û Îranê ne dûr e . Jiyana me dikare bi tevahî biguhere. Gotûbêjên aşkere yên di dema hilbijartinê de hatin kirin ku maf û jiyana jinan di van gotûbêjan de hatin rojevê hişt ez li ser van tiştan bifikirim. Gelo Meclîsek çawa li benda me ye? Li vî welatê ku em her roj lê dimirin, di vê qada siyasete de, mixabin jiyana me ne rojeva sereke ye.”
"Di dorê de Qanûna bi hejmara 6284an heye"
Pasînliyê dîsa behsa Peymana Stenbolê kir û diyar kir ku ev hilbijartin ji bo destkeftiyên jinan gelekî krîtîk e: “Peymana Stenbolê bi dawî bû. Ger piştî hilbijartinê hikûmeteke ku wekheviyê armanc dike neye hilbijartin, dor wê bê li ser betalkirina qanûna tundiyê ya bi hejmara 6284an. Di zagonên Tirkiyeyê de dîsa zîna weke sûc tê pênasekirin. Mîna salên 90î. Wê hemû mafên sivîlan bên nîqaşkirin. Kî dizane, belkî jin 'bi destûra mêrê xwe' dîsa dest bi kar bikin. Ew dikarin rêziknameyekê derxînin ku li gorî vê rêziknameyê zarokên keç wê neçar bin bi tecawizkarên xwe re bizewicin, sûcdar nayên cezakirin. Mafê jinan ê debarê bi tevahî dikare bê rakirin. Me ev hemû dîtin. Gelek ji van mijaran di metnên qanûnên salên 90î de hatine binavkirin. Em ê bi hev re bibînin ka li gorî encama vê hilbijartinê em ê ber bi azadiyê ve an jî bi paş ve biçin.” (SY/FD)