Parêzer Naîm Eminoglû hate girtin
Emînoglû bi taybetî li ser dosyeyên şewata otêla Kartalkaya û erdhejê dixebitî.
Duh(11ê Kanûnê) sibê polîsan bi ser Buroya Hiqûqê ya Gel a li Çaglayana Stenbolê de girtin û parêzer Naim Eminoglûyê ku endamê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) e desteser kirin. Dadgehê biryara girtina parêzer Naim Eminoglû da.
Tîmên polîsan di lêgerîna ofîsê de rêveberê ÇHDê Eminoglû desteser kirin û birin qereqola polîsan.
ÇHDê di daxuyaniyekê de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê desteserkirina parêzer de diyar kir ku Eminoglû ji ber ku bi taybetî li ser dozên têkildarî şewata otêla Kartalkaya û erdhejê dixebitî, hatiye hedefgirtin.
Komeleyê ragihand ku Dadgehê biryara girtina parêzer Naim Eminoglû daye.
(EMK/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.