Aktîvîstê LGBTIyê û parêzerê Selahattîn Demirtaş Levent Pişkin îro li Stenbolê hat binçavkirin. Herwiha polîsan avêtin ser mala wî.
Parêzer Ramazan Demir got ku lêpirsîna derbarê Levent Pişkin li Bursayê dane destpêkirin û tê payîn ku wî bibin Bursayê.
Levent Pişkin parêzerê Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş e. Wî di 5ê Mijdarê de li Girtîgeha Tîpa F ya Edirneyê bi Demirtaş re hevdîtîn pêk anîbû. Piştî wê hevdîtinê Takvim, Ulusal Kanal û Sabah di nûçeyên xwe de îdia kitibûn ku Pişkin wê peyamên Demirtaş ragihîne Almanyayê û bi vî awayî wî hedef nîşandabûn.
Levent Pişkin kî ye?
Levent Pişkin parêzer e û aktîvîstê LGBTIyê ye. Li Navenda Hafizayê dixebite. Li Zanîngeha Bogaziçiyê perwerdahiya xwe ya masterê didomîne.
(ÇT/YO)