Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Cendermeyan xwestiye, girtiya nexweş Fatma Tokmakê li Nexweşxaneya Nexweşiyên Sîngê û Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Sadî Konûkî ya Bakirkoyê bi kelemçeyê li renzaya wê girê bidin. Ji ber ku li dijî vî tiştî derketiye nehiştine ew were dermankirin û ew bi şûn de birine girtîgehê.
Tenduristiya Tokmakê her diçe xerabtir dibe. Parêzera wê Jiyan Kayayê ji bo piştgiriyê bang li rayedaran û civakê kir. Kayayê got ku ““Nahêlin derman bibe, em gelekî bifikar in.”
“Bersiva daxwazên wê nadin”
Parêzer Kayayê bi van gotinan behsa rewşa Tokmakê kir:
“Diviyabû ku îro wê bişandana nexweşxaneyê. Lê jê re gotine navê wê ne di lîsteya nexweşxaneyê de ye.
“Ji ber ku betlaneya îdarî ye, min xwe negîhand ti kesî. Deqên mor li laşê wê derketine. Hicreya wê gelekî biçûk e. Ji ber pê li bişkoka rewşa lezgîn kiriye bersiva daxwaznameyên wê nadin. Wê nabin revîrê û bersiva dawxazên wê nadin. Ji ber ku di beşa karantînayê de ye karmend pê re eleqedar nabin. Fatma ji ber ku nikare bimeşe, nikare tev bigere, ji ber ku cihê wê teng e nexweşiyên wê zêdetir dibin. Ji ber wê em gelekî bifikar in.”
Kayayê daxwaz kiriye ku Fatma Tokmak demildest serbest bibe.
Bi kurê xwe re hatibû girtin
Fatma Tokmak di sala 1996ê de tevlî kurê xwe yê biçûk, Azatî ve li Stenbolê hatibû desteserkirin. bi rojan îşkence li wê û kurê wê kirin.
Tokmak hate girtin û 9 salan girtî man. Ji ber ku bi tirkî nizanîbû û xwest bi kurdî îfadeya xwe bide, bêyî ku îfadeya wê werbigirin, bi cezayê miebetê ceza kirin.
Li nexweşxaneyê nexweşiya dil lê peyda bû. Ji ber vê nexweşiya wê dadgehê ew di sala 2006an de tehliye kir. Wê li derve li kal û pîran û nexweşan nerî û debara xwe kir. Lê Dadgeha Bilind cezayê wê yê miebetê pesend kir hu di sala 2010an de ew girtin û xistin Girtîgeha Bakirkoyê.
Kurê wê Azat, bi dehan caran rewşa dêya xwe bi civakê re parve kir. Mafparêz ji bo wê têkoşiyan. Saziya Tiba Edlî di sala 2011ê de bêyî ku nexweşiyên wê qebûl bike, raporek ji bo wê amade kir û got ku “ew dikare li girtîgehê bimîne.”
Şaxa Stenbolê ya Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV) raporên wê yên tenduristiyê kontrol kir û raporek ji bo wê nivîsand. TIHVê diyar kir ku “Tokmak nikare li girtîgehê bimîne.” Digel hemû têkoşînan Tokmak serbest nebû. Hîna li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê tê girtin.
Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan, li Tirkiyeyê herî hindik hezar û 25 girtiyên nexweş hene. (EMK/FD)