Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî êrîşa li Kolana Îstîklalê ya Stenbolê, Adem Taşkayayê ji Partiya Zaferê, Parêzer Jiyan Tosûn kiribû hedef. Hin kesan jî ji ber vê rewşê, gefa kuştinê li Jiyan Tosûnê xwar. Jiyan Tosûn li dijî van gefxwarinan, wê bê parastin.
Duh di dema hevdîtinên butçeyê de li Parlamentoyê, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdagî pirsî. Bozdagî jî li ser vê pirsê, aşkere kir ku wê Tosûn bê parastin.
Bozdagî derbarê mijarê de got:
“Jiyan Tosûn û parêzera wê Jiyan Kaya hatine Edliyeya Kuçukçekmeceyê û gotiye ku ji ber Alîkarê Giştî yê Partiya Zaferê Adem Taşkayayî li ser medyaya civakî nivîsiye û gotiye faîla êrîşa xayînane ya di 13ê Çiriya Paşiyê ya 2022yê de li Taksîmê pêk hatiye ew e, gelek kesan gef lê xwariye û ewlehiya wê ya canî nîne û gilî kiriye.
“Piştî hatiye zanîn ku têkiliya gilîkarê bi bûyera terorê re nîne, ewlehiya canî ya gilîkarê hatiye standin û gilîkar û parêzer bi wesayita polîsan çûne Midûriyeta Navenda Polîsan a Avcilarê û îfadeya gilîkarê hatiye wergirtin.
“Her weha ji ber ku gilîkarê di saetên sibehê yên 14ê Çiriya Paşiyê de serî li Serdozgeriya Komarî ya Kuçukçekmeceyê daye, daxuyaniya wê ya berfireh hatiye wergirtin û ketiye nava dosyeyê. Kaymekamiya Avcilarê ji bo ewlehiya gilîkarê bê standin, nivîs ji dozgeriyê re nivîsiye. Li dû wê, li ser daxwaza gilîkarê, biryara parastina wê hatiye dayîn û ji gilîkarê re hatiye ragihandin.”
Çi bûbû?
Piştî ku di 13ê Çiriya Paşiyê de li Kolana Îstîklalê teqîn pêk hat, Adem Taşkayayê ji Partiya Zaferê li ser hesabê xwe yê Twitterê, parêzer Jiyan Tosûn weke faîla êrîşa bombeyî nîşan da.
Li ser vê rewşê, hin kesan gefa kuştinê li Jiyan Tosûnê xwar. Tosûn wê şevê, heta destê sibê li edliyeyê ma û li gel dozgeriyê gilî kir.
Adem Taşkayayî peyama xwe jê bir û xwe bi van gotinan parast: “Di komên Telegramê de hatibû parvekirin, min jî li wir dît û weşand. Piştî min fam kir ku şaş e, min xwest jê bibim, lê ji ber ku berfirehiya bantê hate tengkirin, min nekarî jê bibim.”
Jiyan Tosûnê piştî bi rojekê li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (IHD) ya Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xist û got ku gefa kuştinê li birazî/xwarziyê wê ya/yê 16 jî û bûka wan jî xwarine. (HA/FD)