Di lêpirsîna derbarê kuştina Nûnerê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Denîz Cevdet Bulbunî de, 2 kes hatin desteserkirin.
Parêzerê malbata Bulbunî, Aso Haşimî ji Rojnewsê re diyar kir ku lêpirsînek bi rê ve diçe û navê sê kesan di dosyeya kuştinê de derbas dibe. Li gorî zanyariya Haşimî daye, herdu kes di 8ê Çiriya Paşiyê de hatine desteserkirin.
“Kesên desteserkirî li xwe mikur hatine”
Parêzer Haşimî destnîşan kir ku yek ji wan 45, yê din jî 38 salî ye û herdu jî hemwelatiyên Tirkiyeyê ne: “Lêkolînên hatîn kirin, derxist holê ku ev her du kes li pişt qetilkirina Denîz Cevdetî ne. Her wiha tometbar li xwe mikûr hatine, lê kujerê Denîz Cevdet hatiye kirê girtin û ji netewa Ereban e. Kujer reviyaye Bexdayê û dezgeha emnî bi girtina kujer re mijûlin. Rêkar bi şêweyek yasayî birêve diçe. Li gorî madeya 2yem a yasaya terorê, tawanbar dê werin darizandin.”
Çi bûbû?
Nûnerê KNKYê Denîz Cevdet Bulbun, di 18ê Îlonê de li Hewlêrê, paytexta Herêma Kurdistanê ya Iraqa Federal hatibû kuştin.
Cenazeyê Bulbunî, li gundê Dêleziyê yê Gevera Colemêrgê spartin axê.
Derbarê kuştinê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Hevserokê KNKyê Ehmed Karamûsî bang li rêveberên Herêma Kurdistanê û PDKyê kiribû ku faîlan derxin pêş edaletê. (NT/FD)