Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Parêzer Ebrû Tîmtîka ku 238 roj in rojiya mirinê digirt duh bi şev li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Sadi Konukî can daye. Tîmtîkê dixwest ku bi awayekî adilane were dadgehkirin.
Buroya Hiqûqê ya Gelî (HHB) agahiya mirina Tîmtîkê saet di 21.04ê de li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kir.
Beriya mirina Tîmtîkî bi 30 saetan HHByê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsandiye: “Rahenên Ebrû Tîmtîkî nema tavêjin. Zanyarî ji me re hat ku doktoran masaja dilî ji bo wê kirine. Em bang li hemû hempîşeyên xwe û gele xwe dikin ku bila werin ber Nexweşxaneya Dr. Sadi Konukî ya Bakirkoyê.”
Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) jî li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha gotiye: “Niha li nexweşxaneyê midaxeleya tibî li Ebrû Tîmtîkê dikin. Rahenên wê kêm lê dide, masaja dile ji bo wê çêdikin.”
Li Goristana Gaziyê wê were binaxkirin
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîkê piştî ku can daye birine Saziya Tiba Edlî ya li Yenîsbosnayê. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Azad (OHD) gotine ku dê cenazeyê Tîmtîkê roja şemiyê li Goristana Gaziyê bê definkirin.
Endamên OHDyê diyar kirine ku li ser wesiyeta Tîmtîkê wê ew li Cemxaneya Gaziyê merasîemek bê lidarxistin û roja şemiyê li Goristana Gaziyê bê definkirin.
Li ber Baroya Stenbolê wê merasîmek were pêkanîn
Parêzeran li ber Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ji çapemeniyê re gotine ku îro Hempişeyên wê yên li vê derê radiwestin daxuyanî dan çapemeniyê.
Parêzer Sînan Zîncîrî duh bi şev diyar kiriye ku wê îro saet di 10.00ê de karên otopsiye yên Tîmtîkî biqede û paşê jî wê ber bi Baroya Stenbolê ve herin. Zîncîrî gotiye ku ew ê saet di 12.00ê de li ber Baroya Stenbolê merasîmekê li dar bixin û paşe cenazeyi bibin Cemxaneya Gaziyê.
Çi bûbû?
Bi daxwaza dadgehkirineke adilane parêzer Ebrû Tîmtîk û Aytaç Unsal dest bi girtina rojiya mirinê kiribûn. Tîmtîk li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Dr. Sadi Konukî, Unsal jî li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Kanuni Sultan Suleymanî tên girtin. Her du nexweşxane jî nexweşxaneyên pandemiyê ne.
Bi tohmeta endamtiya rêxistinê 13 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Ebrû Tîmtîkê, 10 sal û 6 meh jî li Aytaç Unsalî hatibû birîn. Doza ku parêzerên ÇHDyî tên dadgehkirin li ber destê Dadgeha Bilind e.
Di 10ê Tebaxê ji bo Tîmtîk û Unsalî parêzeran serî li Dadgeha Destûrî dabûn.
Dadgehê gotiye ku rewşa tenduristiya her du parêzerên di rojiya mirinê de, ne di asta xetereyê de ye û serlêdana wan qebûl nekiribû.
Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê di 30ê Tîrmehê de ji bo her du parêzeran rapora xwe aşkere kiribû û gotibû ku “ne guncav e li girtîgehê bimînin.” (EKN/TP/FD)