Parêzer Dîlek Ekmekçî bi têkoşîna xwe ya li dijî zarokên ku li stargehên dewletê bi karkeriya seksê re tên rûbirûkirin, tê zanîn. Ekmekçiyê aşkere kir ku wê li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem kiriye.
Ekmekçiyê diyar kir ku ew ji ber vê têkoşînê xwe bi komployan hedef hatiye girtin.
Nameya ku Ekmekçiyê li girtîgehê nivîsiye, ji aliyê parêzer Peren Sanriyê de li ser medyaya civakî hat weşandin.
Ekmekçiyê di nameya xwe de diyar kir ku ew li stargehên dewletê mezin bûye û di dema lêgerîna li malbata xwe ya biyolojîk de bi rastiyên trajîk ên ku pê re rû bi rû maye dest bi têkoşînê kiriye û wiha got:
“Min guh da dengê wijdana xwe, her tiştê xwe xist bin xeteriyê û li dijî vê çerxê dest bi têkoşînê kir. Her weha Ekmekçiyê aniye ziman ku di vê têkoşînê de bi gelek astengî û komployên edlî hewl dane wê bêdeng bikin.
Ekmekçiyê diyar kir ku ew di 30ê Tebaxa 2023an de ji ber parvekirinên xwe yên li ser medyaya civakî hatiye desteserkirin, di 1ê îlonê da hatiye girtin û paşê jî di 22ê Cotmehê da serbest bûye. Lê li ser îtiraza dozger di 23yê Cotmehê de ew dîsa hatiye desteserkirin.
Her weha Ekmekçiyê destnîşan kir û got, “Ez bi îdiaya ku derveyî eqil e ya endamtiya FETOyê hatim girtin. Di wê dema ku ez girtîbûm de, ez birim nexweşxaneya derûnî û bi vê yeke hewl hat dayîn ku min bêrûmet bikin."
(EMK/AY)