Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Neşet Gîrasunê parêzer diyar kir ku heta li Tirkiyeyê polîtîkayên bêcazayîyê* neyên guhertin gelek zehmet e ji ku ji bo doza Robozikê gavek bê avêtin.
Bixwîne- Navê wî gundî Robozik e, ne Roboskî ye.
Piştî komkujîyê 7 sal borîne, lê het aniho ti bersûc nehatine dadkirin. Lê hê jî hêviyên malbatên 34 kesên hatîn kuştin hene...
Neşet Girasunî diyar kiriye:
“Di doza Licê û Hênê de jî sûcdaran ceza nestand. Di rewşên welê de ku gelek sûcên mezin tên kirin hatina edaletê gelek zehmet e.
“Dadgeha Qanûna Bingehîn gotiye ku hin belge du rojan dereng hatine şandin û biryar daye. Biryara wê ne li ser doza bingehîn e lê li ser ûsûla dadkirinê ye. “
Dadgeha Qanûna Bingehîn çi gotibû?
DMMEyê(Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê) daye zanîn ku ji ber parêzerên doza Qetlîama Robozikê belgeyên pêwîst du rojan dereng şandine serlêdana wan nehatiye qebûlkirin.
Benan Moluya hiqûqnas daxuyandiye:
“Parêzeran doza Robozikê ji ber ku belgeyên pêwîst du rojan dereng şandibûn Dadgeha Qanûna Bingehîn, wê dadgehê serdana wan qebûl nekiribû. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî bi heman sebebê serlêdan qebûl nekiriye.”
Li gor agahiyên destkeftî, komek parêzer dê sala 2019ê ji bo doza Robozikê serî li Neteweyên Yekbûyî bidin.
Çi bûbû?
Di 28 Kanûna Pêşiya ya 2011ê de, balafirên şerî yên TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirkan) bombe baradibû ser 35 welatiyên ji gundê Robozik û Bêcihê yên navçeya Qilabanê ya bajarê Şirnexê û ew kuştibûn.
281 xizmên wan welatiyên hatîn kuştin serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn daye lê dadgehê serlêdana wan qebûl nekiriye. Li ser vê yekê welatiyan serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dabû.
(EMK/MB)
*Bêcezayî: Di hiqûqê de ew rewş e ku rêyên hiqûqî yên cezadayinê ji ber sebebên siyasî, civakî... hwd dixetimin û sûcdar nayên cezakirin.