Ji bo nûçeya tirkî / İngilîzî bitikîne
Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Bindestan Can Tombûl bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin.
Li gorî daxuyaniya ji Buroyê hatiye kirin, Tombûl, saetên êvarê yên 31yê Tebaxê li Kadikoya Stenbolê hatiye desteserkirin. Çar rojan desteserkirî maye û paşê ew birine Edliyeya Stenbolê:
“Îsmet Bozkûrt, dozgerê lêpirsînê bêyî ku îfadeyê bistîne, bi daxwaza girtinê Tombûl şandiye Dadweriya Cezayên Silhê. Piştî derketiye pêşberî Dadweriyê, bi hinceta ku “şika revê heye” û bi tohmeta endamtiya rêxistinê, 3yê Tebaxê hatiye girtin.
“Ji bo girtina wî beşdariya wî ya du merasîmên cenazeyan ên sala 2013 û 2015ê û îfadeya şahidekî hincet hatiye nîşandan ku parêzerên Tombûlî wî ev îfade nedîtine.”
Can Tombûl Kanûna Paşiyê ya 2018ê ji ber lêpirsîneke ku Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê dimeşand, hatibû desteserkirin. Heft rojan desteserkirî mabû û piştî îfadeya dozgeriyê serbest mabû.
Beriya niha, 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê parêzer Ozlem Gumuştaş û Sezîn Uçar, du endamên Buroya Hiqûqê ya Bindestan (EHB) beriya doza Pirsûsê hatibûn girtin. Her du parêzeran doza Pirsûsê dişopand. (AS/FD)