Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ayhan Soysal ku bi nasnameya xwe ya sosyalist dihat zanîn, duh koça dawî kiriye. Soysalî parêzeriya kesên ku di 12ê Adarê de hatibû girtin û rastî îşkenceyê bûbûn û di qonaxa darbeya 12ê Îlonê de jî parêzeriya gelek girtiyên şoreşger kiribû.
Parêzer Ayhan Soysal yek ji pêşengê şoreşgerên nifşê 68an bû. Di pêvajoya 1965an a avabûna Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TIP) de cih girtiye. Li dijî darbeya 12ê Adarê cihê xwe di nava têkoşîna şoreşgerî de girtiye û di deme desteserkirinê de îşkencê lê hatiye kirin.
Piştî darbeya 12ê Îlonê bi parêzer Nebî Barlas û Alî Riza Dîzdar re di serî de di doza komî ya MLSPByê û di gelek dozan de weke xwebexş parêzeriya şoreşgeran kiriye.
Di pêvajoya doza MLSPByê de hatiye desteserkirin û li Gayrettepeyê jê lêpirsîna wî kirin e. Li gel vê yekê dev ji parêzeriya sosyalîstan bernedaye.
Ji miwekîlên wî Neşe Înceoglûyê piştî mirina wî weha nivîsî ye:
“Ayhan Soysalê xoşewîst, parêzerê min ê hêja tu yê her tim di bîranînên me de bin. Ew bîranîn wê ji rabirdûya tarî ya welêt re weke rêber bimîne. Sohbetên we wê her tim bi heman rengî xweş be û hûn ê her tim bibin parçeyek ji êş û dilxweşiya me. Em hîn bûn ku bi tiştên ku me wenda kirine re bijîn. Em ê îro te bi rêzdarî ji bo cara dawî bi rê bikin.”
Cenazeyê wî wê îro saet di 13:00an de li piştî merasîma li mizgeftê ya li goristana Zincîrlîkûyûyê bê biaxkirin.
(AS/AY)