Ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Komeleya Mafên Mirovan (İHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TİHV) li Enqereyê derbarê parêzvanên mafên mirovan ên ku hatin girtin de daxuyanî dan çapemeniyê.
Hevserokê Giştî yê İHDyê Ozturk Turkdogan û Sekreterê Giştî yê TİHVyê Metîn Bakkalci gotin, pêvajoya desteserkirinê ya parêzvanên mafan ku 14 rojan û bi awayekî kêfî û bi binpêkirina hiqûqê re birêve çû jî weke delîla tunebûna “rêxistina terorê” ye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, xebatên parêzvanên mafan bi armanca ku pêşî li tespîtkirin û bilêvkirina binpêkirinên giran ên mafan ên di encama Rewşa Awarte ya demdirêj de derketine holê bigire, tên astengkirin.
Ji 10 parêzvanên mafan 6 heb duh hatibûn girtin, 4 jê jî bi şertê kontrola edlî serbest mabûn ku di 5ê Tîrmehê de li Buyukadayê hatibûn desteserkirin. 10 kes wê bi sûcdariya “digel ku ne endamên rêxistinê ne lê li ser navê rêxistinê sûc kirine” û “endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” werin dadgehkirin. (TP/ÇT/FD)