Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Yekîtiya Weşangeran a Tirkiyeyê, Rapora Bazara Pirtûkan a Tirkiyeyê ya 2021ê aşkere kiriye. Di raporê de daneyên derbarê çapkirina pirtûkan de li gorî kategoriyan hatine rêzkirin.
Li gorî raporê, di sala 2021ê de ji ber pandemî û krîza aboriyê ya bandor li hemû cîhanê kir, di weşangeriyê de ji salên berê zêdetir rewş xirabtir kiriye.
Raporê diyar kiriye ku par 438 mîlyon û 679 hezar û 864 lib pirtûk hatine çapkirin. Federasyon Yekîtiya Pîşeyî ya Çapxaneyan (YAYFED) rêjeya pirtûkên hatine çapkirin, par li gorî salek berê ji sedî 1,26ê zêdetir bûye.
165 mîlyon û 536 hezar û 303 hep pirtûkên weşangeriya çandî hatine çapkirin ku pirtûkên lêkolînê, wêje û zarokan di vê kategoriyê de ne. Rêjeya van pirtûkan ji sedî 37,74 e û li gorî sala 2020ê, di vê kategoriyê de hejmar ji sedî 1,07 kêm bûye. Ji bo kategoriya pirtûkên lêkolînê 90 mîlyon û 379 hezar û 535 lib bandrol hatine standin ku rêjeya wê di nava ya giştî de ji sedî 20,60 e û li gorî sala 202ê ji sedî 0,20 zêde bûye.
31 mîlyon û 183 hezar û 411 lib pirtûkên wêjeyê çap bûne ku li gorî sala 2020ê rêjeya wê ji sedî 3,62 ketiye û di nava ya giştî de rêjeya wê ji sedî 7,11 e. 43 milyon û 973 hezar û 357 lib pirtûkên zarokan û nûciwanan çap bûne, li gorî sala 2020ê rêjeya wê ji sedî 1,76 ketiye û di nava ya giştî de rêjeya wê ji sedî 10,02 ye. (AÖ/FD)