Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Francisê Papa, eşkere kir ku dêr nikare biryaran li ser cimaeta homoseksûelan(nêrûmêyan) bide û divê ew lêborîna xwe bixwaze.
Francisê Papa, di balafirê de di dema ji Ermenistanê vedigeriya de bersiva pirsên rojnamegeran daye. Wî gotiye dêr nikare biryaran li ser cimaeta homoseksûelan bide û mecbûr e rêzê li wan bigire.
Papayî gotibû: Ma ez kî me bikarim biryaran li ser homoseksûelan bidim
Papayî, li sala 2013ê gotibû: ‘’Heke kesek dirist be û li Xwedayî bigere, ma ez kî me bikarim biryarekê li ser bidim. Digel ku baweriya Katolîkan kiriyarên homoseksûelan wek gunek bi nav dike jî divê di civatê de ew kesên homoseksûel bêne qebûlkirin. ‘’
Serdana Ermenîstanê ya sê rojane
Papa ji bo sê rojan çûye Ermenîstanê.
Serj Sarkisyanê serokkomar û papa li qesra serokkomariyê kom bûn, papayî kiriyarên 1915ê wek qirkirina nijadî bi nav kir. (ÇT/MB)
- Ji bo nivîsîna vê nûçeyê me ji BBC û Agosê sûd girtiye