Duh bi şev hin kesan pankarta serkirdeyên kurdan li Bircên Amedê daliqandin. Pankart li birca ku Qada Şêx Seîdî dibine hate daliqandin. Li ser pankartê fotografê Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Leyla Qasim, Seyîd Riza, Nûrî Dêrsimî û Mûsa Anter hebû. Her weha li bin jî nivîsa “Ez Kurd im, nemir im” hatibû nivîsîn.
Zanyariya daliqandina pankarta navborî li ser hesabên medyaya civakî hate parvekirin. Paşê jî gelek kesan ew belav kir.
Çi bûbû?
Piştî ku Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ya qayûm wê bi rê ve dibe daxuyaniyek weşand û got ku ew berdewama Rêya Şêx Seîdî çêdikin, nîqaşên derbarê Şêx Seîdî de dest pê kirin. Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Umît Ozdag, Rêxistina bajarê Amedê ya Partiya Komunîstan a Tirkiyeyê (TKP) di serî de hin kesan daxuyanî dan û diyar kirin ku “Şêx Seîd şerîatparêz e” û Şêx Seîdî “ji bo berjewendiya emperyalîzma Ingilîstanê serî hildaye.”
Rojnameger Fatîh Altayliyî jî di dema bernameyeke xwe de diyar kir ku Şêx Seîd “Hevkarî bi ingilîzan re kir û li dijî Komara Tirkiyeyê serî hilda, xwest vî welatî birûxîne, dabeş û parçe bike.”
(FD)