Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianet û Koma Lêklîna Li Ser Çandên Tirkiyeyê ya Zanîngeha Bilgiyê dê sibeyê li Stenbolê panelekê pêk bîne.
Bixwîne - Pêşangeha “Li Pey Şopa Zimanekî” wê li Karşı Sanatê pêk bê
Moderatora panelê seroka Weqfa Ragihandinê ya IPSyê û şêwirmenda bianetê Nadîre Mater e. Di panelê de; Demet Bilge Erkasap (Hürriyet), Faruk Bildirici, Semra Kardeşoğlu (BirGün), Timur Soykan (Posta) û Zülfikar Ali Aydın (Habertürk ) ên rojnameger û Doç. Dr. Esra Arsana akademîsyen dê biaxivin.
Bixwîne - Zanîngeha Bilgiyê pêşangeha “li dû zimanekî” pêk anîye
Piştî pêşangeha “Li Pey Şopa Zimanekî” ya bi piştgiriya Weqfa Friedrich Ebert Stiftung, Konsolxaneya Swêdê ya Stenbolê, Weqfa Açık Toplumê û hevkarîya Bianet û Karşı Sanatê hatî pêkanîn ev çalakîya duyem e.
Bulent Bilmezî li ser pêşangehê gotibû:
“Me dît ku her kesekê/î çîrokeka cida ya li ser zimanî heye li ser vê yekê me biryar da em bikevin pey zimanan.
“Ji aliyekê ve polîtîkayên dewletê hebûn.
“Em nikarin bibêjin ji ber ku mereqa hinek kesan li ser zimanî hebû wan lêkolîn li ser zimanî kiriye. Li vî welatî bi can û dil berxwedana ji bo zimanî hatiye kirin."
(MB/EMK)