Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Panela ku edîtora nûçeyên jin û LGBTparêz ya bianetê Çîçek Tahaoglû dê bi rê ve bibe dê li Weqfa Hrant Dînkî, di 11ê Kanûna Pêşiyê siet 18.30ê bê pêkanîn.
Di panela Weqfa Hrant Dînkî û Laboratûwara Ziman, Dîyalog û Demokrasîyê ya ASULISê pêk dihîne de Pinar Bûyûktaş û Yildiz Taş dê biaxivin.
Pinar Bûyûktaş li Komeleya Têkoşîna li dijî Tûndkariya Zayendî, koordînatora projeya “Em zimanên xwe vediguherin: Di beşa tûndkariya zayendî de, nûçegihaniya mafparêz” e. Mijara wê ew e ka bi medyayê em ê çawa bikarin li civakê li dijî tûndkariya zayendî dest bi veguherînê bikin.
Yildiz Tar li Kaos GLyê koordînatorê medya û ragihandinê ye. Ew ê li ser zimanê LGBTparêz yê medyaya alternatîf biaxive.(BK/MB)