Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji sala 2014ê û vir ve 2yê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) weke Roja Bidawîanîna Becezatiyê ya Di Sûcên Li Dij Rojnamegeran De ya Navnetewî tê qebûlkirin.
Xebatên serwextkirinê yên di mijara têkoşîna bidawîanîna bêcezatiyê de û ya raya giştî di sala 2009ê de dest pê kirine.
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), sala 2009ê aşkere kiriye ku 71 rojnameger hatine kuştin. CPJ arşîva rojnamegerên ku tên kuştin û rastî êrîşê dibin digire. Di daxuyaniya xwe de CPJyê gotiye, di nava 30 salên dawiyê de sala 2009ê ew sale ku qetlîama herî mezin a rojnamegeran pêk hatiye. Ji 71 rojmanegeran 29 rojnameger, 23yê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2009ê di dema qetlîamê de hatine kuştin. Tundkariya li ser rojnamegeran her roja diçû zêdetir dibû û weke li Filipînan kuştinên ji ber sedemên siyasî dihatin kirin, nedihatin ronîkirin. CPJyê jî bo balê bikişîne ser vê rewşê biryar girtiye ku 23yê Çiriya Pêşiyê weke Roja Bidawîanîna Bêcezatiyê ragihandiye.
NYyê sala 2014ê weke rojeke navnetewî qebûl kiriye
Xebata ku CPJyê daye destpêkirin, 18ê Kanûna Pêşiyê (Berfanbar) ya 2013ê di civîna Lijneya Giştî ya Neteweyê Yekgirtî de hatiye nîqaşkirin. Di vê civînê de bang li welatên endam hatiye kirin ku ji bo çanda bêcezatiyê bidawî bibe divê tedbîrên misoger bên standin. NYyê bi bangewaziya Piştevaniya Azadiya Xweîfadekirinê ya Navnetewî (IFEX) ya navenda wê li Kanadayê ye, 2yê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya sala 2014ê weke Roja Têkoşîna Bidawîanîna Becezatiyê ya Di Sûcên Li Dij Rojnamegeran De ya Navnetewî qebûl kiriye.
Endamên IFEXê yên li Tirkiyeyê wê biaxivin
Sê endamên IFEXê yên li Tirkiyeyê wê îro di panelê de biaxivin. Di panelê de wê beşdar li ser rêyên têkoşînê yên li dijî çanda bêcezatiyê biaxivin.
Panel wê li gorî saeta Tirkiyeyê di navbera saet 16.00 û 17.00ê de bi tirkî û di navbera saet 17.00 û 18.00ê de bi ingilîzî çêbibe. Her du beş jî wê bi awayekî zindî were weşandin.
Li ser navê bianetê Nadire Mater, li ser navê Hewldana Li Dij Sûcên Ramanê Şanar Yurtadapar û li ser navê P24ê jî wê Ozgun Ozçer biaxivin.
Her weha Andrew Garnder, Raportorê Tirkiyeyê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî; Parêzer Eren Keskîn, avakara “Buroya Alîkariya Hiqûqî ya Li Dij Tacîza Cinsî û Tecawizê” û Parêzer Cihan Aydin, Serokê Baroya Amedê jî wê bi mesajên xwe yên bi rêya vîdeoyê beşdar bibin.