Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Basî pandeya herî pîr a cîhanê di 37 saliya xwe de ji ber têrênekirina gurçikan û sîroza kezeba reşê mir. Hat diyarkirin ku çavdêrên Basiyê duh ji bo wê rêûresmek hestiyar lidar xistine.
Temenê Basiyê li gorî temenê mirovan zêdetirî 100ê bû û 33 sal in li “The Straits Giant Panda Research and Exchange Center” ê di bin parastinê de bû ku navend li Başurê Rojhilatê Çînê ye.
Basî ji ber ku dihate parastin li gorî pandayên din zêdetir li heyatê ma ku panda 20 salan dijîn.
Derbarê Basiyê de
Basî di çar saliya xwe de ket çem û ji jiyana kuvî hat rizgarkirin û navê wê herêmê li wê kirin. Ji wê rojê û pê de li tesîsa bi navê Fuzhou dima.
Weke pandeyeke wisa ket nava rûpelê dîrokê ku ameliyata kataraktê derbas kiribû û bi nexweşiya hîper tansiyonê ketibû.
Laşê Basî wê li “Muzeya Basiyê” ji bo pêşkêşiyê bê parastin ku tê plankirin di nava bexçeyê ajalan de bê vekirin.
Li cîhanê hejmara pandayan
Li gorî encamên 4emîn Lêkolîna Panda ya Netewî ya li Çînê hatibû çêkirin li cîhanê 1864 panda hene ku encam di sala 2015yê de ji hêla Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî (WWF) hatibû aşkerekirin. (TP/EKN/FD)