Fotograf: Ferid Demirel / Mêrdîn (Arşîv)
Komeleyên karkeran ên li Çûkûrovayê û Yekîtiya Hinardekaran a Akdenîzê (AKÎB) li ser yewmiyeyên karkeran li hev nekirine. Komeleyên karkeran biryar dane ku dest ji karî berdin.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, komeleyên karkeran û AKÎB ji bo yewmiyeyan diyar bikin civiya bûn. Karkeran xwestiye ku yewmiyeya sala 2020an 116 TL be lê AKÎBê ev daxwaz qebûl nekiriye û 102 TL pêşniyar kiriye.
Li ser vê yekê her dua liyan li hev nekirine û hevdîtinên di navbera wan de hatine taloqkirin.
Piştî vê rewşê Komeleyên karkeran bang li karkeran kirine ku dest ji karî berdin. Komeleyan daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û wiha gotine:
“Ji ber ku AKÎB ji hemû hewldanên me re nebûye bersiv, em bang li hemû karker û çawişan dikin ku ji 14ê mehê şûn de li mala xwe rûnin. Heta ku encamek bê girtin jî wê çalakiya rûniştinê bidome. Biryar bi Yekitiya Navbeynkaran re hatiye girtin.” (FD)