Piştî êrîşên Îranê yên bi mûşek û balafirên bêmirov ên li dijî Pakistanê, Pakistanê jî êrîşî Îranê kir.
Rêveberiya Îslamabadê aşkere kir ku wan li eyaletA Sîstan û Belûcistanê yA Îranê "çend êrîşên leşkerî yên bi awayekî pir bi kordîne û taybet" li dijî "hedefên terorîstan" pêk anîn.
Rayedarên Îranê ragihandin ku di êrîşa mûşekî ya li ser gundekî li herêma sînor a Pakistanê de herî kêm 7 sivîlên ku ne îranî ne mirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Pakistanê de hat îdiakirin ku li ser agahiyên îstixbaratî wan li dijî "cihên ku terorîstan xwe lê veşartine" yên li eyaleta Sîstan û Belûçistana Îranê operasyon pêk anîne û di encamê de "gelek terorîst" hatine kuştin.
Wezaretê herwiha diyar kir ku "Pakistan mafên xwe yên rewa yên li gorî yasayên navneteweyî bi kar tîne û ti carî rê nade ku serwerî û yekparçeyiya axa wê bi ti hincet û mercekê were şikestin."
“Pakistan bi temamî rêzê li serwerî û yekparçeyiya axa Komara Îslamî ya Îranê digre. Armanca çalakiya îro tenê ewlekarî û berjewendiyên neteweyî yên Pakistanê ye. "Ev berjewendî ji her tiştî girîngtir in û tu carî nayên bertengkirin.”
Merhametî: 7 sivîlên ne îranî ne hatin kuştin
Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNAyê, Alîkarê Waliyê Eyaleta Sîstan û Belûcistanê Elî Riza Merhametî ragihand ku Pakistanê li gorî saeta herêmî di saet 04.05an de bi mûşekan êrişî gundekî li sînorê wê herêmê kir.
Merhametî diyar kir ku di êrîşê de 3 jin û 4 zarokên ku “ne îranî ne” mirine.
Rayedarê Îranê da zanîn ku li bajarê Serawan ê eyaletê jî teqînek rû daye, lê ti ziyanên canî çênebûne.
Îranê vê carê jî êrîşî Pakistanê kir, Îslamabadê jî bertek nîşanî êrîşê da
Piştî êrîşên 15ê Kanûna Paşiyê yên li dijî Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê û Sûriyeyê, Supaya Pasdarên Şoreşa Îranê di 16ê Kanûna Paşiyê de bi mûşek û balafirên bêmirov êrişî Pakistanê kiribû.
(VC/AY)