Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Bekîr Pakdemîrlî, Wezîrê Çandinî û Daristanan aşkere kiriye ku di navbera 28ê Tîrmehê û 2yê Tebaxê de li 32 bajaran, li 150 deveran agir bi daristanan ketiye û 137 ji van hatine vemirandin.
Pakdemîrliyî li ser hesabê xwe yê Twitterê aşkere kiriye ku li 6 bajaran û 13 deveran hîn daristan dişewitin.
Li gorî daxuyaniya Wezîrî şewatên li devereke Edeneyê, li sê deverên Antalyayê, li 6 deverên Mûglayê, li devereke Denîzliyê, li devereke Îzmîrê û li devereke Ispartayê dewam dikin.
Dêrsim
Di vê navberê de li navçeya Xozatê ya Dêrsimê jî agirê bi daristana ketiye li devera Yenîbaş-Gedîklerê hatiye kontrolkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîbên Midûriyeta Daristanan, Rêveberiya Taybet a Bajêrî û ekîbên agirkujiyê midaxele li agirê devera navborî kirine.
Walîtiya Dêrsimê her weha çûna deverên ku agir lê derketiye, qedexe kiriye.
Walîtiya Dêrsimê aşkere kiriye ku çûna van deverên li xwarê heta 30 rojan hatiye qedexekirin: Çalkıran, Gundê Pınar, Çiçekli, Dalören, Vezgür, Aktuluk, Geliyê Munzurê, li navçeya Xozatê Aliboğazı, Semuşağı, Karaçavuş, Yenibaş, Boydaş, Çakmaklı, li navçeya Pûlûrê Karataş, Buzlutepe, Karaoğlan, li navçeya Pilemûriyê Kabayel, Mezra, Kızılmescit, Salördek, Geliyê Pilemûriyê, li navçeya Qisleyê Büyükyurt, Alacık, Çıralı, Bezik, Doğantaş, Dereova, Yiğitler, li navçeya Mazgîrtê Dallıbel. (AÖ /KÖ/FD)