Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî derket pêşberî xwendevanan.
Rojname demokrasî, jin, mafên mirovan, ked û ekolojiyê esas digire û bi feraseta nûçegîhaniya azad dest bi weşanê kir.
Di surmanşeta rojnameyê de girtina Gerînendeyê Weşanê yê Giştî Ozgur Gundemê Zana Kaya û Midûrê Karê Nivîsan a Ozgur Gundemê Înan Kizilkaya cih digirin.
Rojnameyê Qetlîama li Dîlokê jî bi sernavê "Li taxê zarok nehiştin" ve di manşetê de da.
Ji bo Asli Erdogan nobedariya nivîsandinê
Asli Erdogan Şêwirmenda Weşanê ya Ozgur Gundemê bû û piştî ku rojname hat girtin ew jî hatibû binçavkirin û dadgehê derbarê wê de biryara girtinê da. Gelek nivîskar wê ji bo Erdogan nivîsan binivîsin û dê li Ozgurlukçu Demokrasiyê de were weşandin.
Nobedariya nivîsê ku îro bi nivîsa Murat Uyurkulak ve destpê kir re kesên weke Anıl Mert Ozsoy, Asli Tohumcu, Aslı K. Peker, Asuman Susam, Burhan Sonmez, Ertugrul Mavioğlu, Ilgın Sonmez, Irmak Zileli, Karin Karakaşli, Kerem Gorkem, Mehmet Said Aydin, Melike Koçak, Menekşe Toprak, Murat Meriç, Murat Uyurkulak, Nil Sakman, Semih Gumuş, Sine Ergun, Selim Bektaş ve Pınar Ögunç jî piştgirî didin.
Di nivîsa edîtor a rojnameyê de wiha hate gotin:
Destpêkên nû her tim heyecanê dide mirovan, carna zehmet e, gelek tişt rast naçe, heta ku kevir li cihê xwe bi cih bibin hêdî dimeşe, ji bo çareserkirina pirsgirêkekî biçûk hewldaneke pir zêde divê... Lê hûn ê wî coşa ku dilê mirov dide avêtin hiş bikin. Ji ber ku hûn dizanin ku dawiya rê ronahî ye, fereh e. Heke karê we rojnamegerî be piştî şev sibedê dema ku hûn destên xwe davêjin wan kaxizan ew kazix wekî zarokekî nû çêbû ye. Lê li aliyê din zayîn di heman demê de pirsgirêka 'rehîmê' ye, her zayîn rehîmeke pêwîst dike û tişta ku tê gotin rehîm di esasê xwe de kevneşopî ye. Heke kevneşopiya we tunebe, pêşeroja we jî dê tunebe, ji ber ku kevneşopî rehîma pêşerojê ye. Ji ber vê yekê tişta ku tê gotin 'sifir' di xwezayê de jî di jiyana rojane de jî tuneye. Heke hûn rojnamgeriyê dikin tiştekî ku ji sifirê dest pê bikin jî tuneye. Her gav hev temam dikin, her hewldan ji bo gaveke nû bingehê ava dike, carna dema hûn li paş xwe binêrin hûn ê portreyên bi sedan mirovên ku ji bo nûçegihaniya azad canê xwe dane bibînin, êşên hatine kişandin, bedelên hatine dayîn hene. Em îro derdikevin riyeke nû. Nû ye lê li aliyê din jî qasî dîroka mirovahiyê, lêgerîna heqîqetê kevn e. Em zor û zehmetiyan dizanin lê em ji bo vê jî amade ne. Gotina Yaşar Kemal a ji bo Înce Memed bi kar anî bû ya 'zilamê mecbûr', em jî mirovên mecbûr in. Ji ber ku em nebin dê kesek hawara jinên Cizîrê nebîhizin, dengê zarokên penaber, qurbanên Ensarê dê bi ber ba re biçin, axa gorên bênav bicimidin, qedera karkerên demsalî yên li kaseyên kamyonan reştir bibe, hucreyên li pişt hesinan dê biçûktir bibin. Ev şerekî bi hezaran salan e. Şerê tarîtî û ronahiyê. Bi me re dest pê nekir dê bi me re bi dawî nebe. Ozgurlukçu Demokrasî dê bibe yek ji xelekên zincirîkî bi vî rengî... Ne destpêk ne jî dawî... Em ber bi asoyê ve. Tarîtî li paş me ronahî li pêş me ye. Bila riya me vekirî be! |
Rojname niha rojane dê 12 rûpel derkeve.
(EA/YO)