Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rojnameger li Kadirgayê, li ber avahiya rojnameya Ozgur Ulkeyê civîneke daxuyaniyê pêk anîn ku di 3yê Kanûna Pêşiyê ya 1994ê de hatibû bombekirin. Ersîn Yildiz bibîr anîn ku di dema êrîşê de miribû.
Şahidê wê demê rojnameger Huseyîn Aykol, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (İHD) Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Gulistan Kiliç-Koçyîgît, şêwirmenda projeya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bianetê Nadîre Mater, mafparêz Leman Yûrtsever, Mehmet Acettîn, xebatkarên rojnameya Yeni Yaşamê, berdevka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê Ayşe Gunay û Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (İRA) Hakkı Boltan beşdarî civînê bûn. Rêveberên HDPya Stenbolê jî piştgirî dan civînê.
Di dema civînê de pankarka ku li ser wê “nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin” hate vekirin û fotografên nivîskar û rojnamegeran ên wê demê li rojnameya Ozgur Ulkeyê û piştî wê di rojnameyên berdewamiya wê de kar dikirin hatin rakirin.
“Rêwîtiya me ya zehmet berdewam kir”
Rojnameger Huseyîn Aykol pêşiyê axivî û behsa şahidiya xwe ya wê rojê kir ku rojname hatibû bombekirin. Aykolî wiha got:
“Ez serî sibê ji bombekirina avahiyê agahdar bûm. Ez hatim vê avahiyê. Kovara hevalên me hebû, ez çûme wir. Gultan Kişanak li min geriya. Got, em ê rojnameyê çap bikin. Me wê demê rojname bi piştgiriyê derxist lê min digot ‘em ê careke din nikaribin rojnameyê çap bikin’. Lê wisa ne bû. Paşê me 45 rojnameyên din derxist. Rêwîtiya me ya zehmet her demê berdewam kir.”
“Desthilatdariya dewleta kûr berdewam dike”
Paşê parêzer Eren Keskîn axivî ku yek ji şahidên wê demê ye. Keskînê got ku “Ji ber binpêkirinên mafan ên li Kurdistanê dinivîsand, rojname hate bombekirin” û wiha berdewam kir:
“Ev rojname dezgeheke wisa ye ku li vê erdnîgariyê herî zêde rastî zordestiyê hatiye. Ji belavkarê wê yê 9 salî yê Apê Mûsayê wê yê 70 salî gelek xebatkar hatin kuştin. Kujerê yekî/ê ji wan jî nehatin aşkerekirin. Ew kesên ku wê demê fermana vî tiştî dan, Mehmet Agar îro milê wî û yê desthilatdarê di hev de ye. Tansû Çîller li kêleka partiya desthilatdar e.
“Dewleta kûr desthilatdariya xwe berdewam dike. Dewleta kûr îro jî berdewam dike. Ez ji wê demê de li kêleka vê rojnameyê me. Em deyndarê miriyên xwe ne. Em deyndarê Mûsa Anterî ne. Em di xwedîlêderketina vê rojnameyê de berdewam dikin. Wateyeke wê ya gelekî girîng a vê rojnameyê ji bo min heye. Dema ev rojname tê bîra min ez wisa pê dihisim ku divê ez di têkoşîna mafparêziyê de berdewam bikim.”
Edîtorê ETHAyê hate desteserkirin
Hakki Boltan, Berdevkê Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) jî got ku niha Sadiye Eser û Sadik Topaloglu, edîtorên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê desteserkirî ne û Serdal Işik, edîtorê ETHAyê dema ji bo şopandina civînê dihat hat desteserkirin.
Ayşe Guney, Berdevka Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê jî got ku, “Ev pêvajoya 25 sal an, rêwîtiyeke gelekî dirêj e ji bo me. "Ozgur Ulkeyê ji me re herî zêde wêrekî weke mîrate hişt.”
Herî dawî Gulistan Kiliç Koçyîgît, Hevseroka Kongreya Demokratîk a Gelan axivî û bal kişand ser fişarên li ser rojnamegeran.
Piştî axavtinan beşdaran qurnefîl danîn ber avahiya rojnameya Ozgur Gundemê. (EMK/FD)
Fotograf: Evrim Kepenek/bianet