Bertekên ji bo ku 3yemîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Bilind biryara Dadgeha Destûra Bingehîn bi cih ne aniye didomin. Serokê Giştî yê CHPê Ozgur Ozel, têkildarî mijarê bi Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş re hevdîtin kir.
Ozel got, "Min ji bo hewldana darbeyê û krîza darazê xwest ku bila Lijneya Şêwirmendiyê ya Meclisê civîneke awarte li dar bixe. Wî jî diyar kir ku ew ê di vê çarçoveyê da bangekê bike."
Serokê Giştî yê CHPê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî weha got:
"Ez bi rêya telefonê bi Serokê Meclîsê birêz Numan Kurtulmuş re axivîm û min ji bo hewldana darbeyê û krîza darazê jê xwest ku bila Lijneya Şêwirmendiyê ya Meclisê civîneke awarte li dar bixe. Wî jî diyar kir ku piştî bernama wî ya plankirî ya bi Heyeta Fîlîstînê re ew ê di nava rojê de di vî warî de bangekê bike. Ez ê bi xwe li ser navê partiya me beşdarî civîna Lijneya Şêwirmendiyê ya ku dê di serokatiya wî de bê lidarxistin, bibim."
(AO/AY)