Partiya Gel a Komarî (CHP), piştî bi biryara dadgehê rêvebiriya wan a bajarê Stenbolê ji wezîfeyê hat xistin, kongreyek awarte li dar xist.
Piştî biryarek demkî ya 45emîn Dadgeha Hiqûq û Esliyeyê a Stenbolê, rêveberiya heyî ji wezîfeyê hate girtin û li şûnê heyeta qeyûm ku ji Gursel Tekin, Zeki Şen, Hasan Babacan, Mujdat Gurbuz û Ekran Narsap pêk dihat hatibû tayînkirin. Lêbelê, Babacan û Gurbuz ji heyetê vekişiyan û qebûlkirina vê wezîfeyê ji aliyê Tekin ve di nav alîgirên partiyê ve rastî bertekek mezin û partiyayan bi ber avahiya bajar berxwedan dan dest pê kirin ku rojan dewam kir.
Piştî van geşedanan, CHP biryar da ku kongreya awarte li dar bixe. Serokê partiyê Ozgur Ozel jî çû Stenbolê û got, "Nûnerê min Ozgur Çelik e; ew li ser wezîfeya xwe ye.” Her weha Ozel destnîşan kir ku ew biryara dadgehê nas nakin.

Kongreya Awarte
Kongreya Awarte ya Bajarê Stenbolê ya CHPê îro li Navenda Hunerê ya Suleyman Seba ya Beşîktaşê tê lidarxistin. 595 delege dê di kongreyê de deng bidin û serokê niha yê bajar, Ozgur Çelik, yekane namzed e. Gursel Tekînê ku wekî qeyûm hatiye tayînkirin, dê nikaribe deng bide ji ber ku ew ne delege ye. Parêzer Huseyin Ersoz diyar kir ku dema rêveberiya nû ya ku di kongreyê de hat hilbijartin, tu wateya qeyûm namîne û dê wezîfeya qeyûm ji xwe ve bi dawî bibe.
Wêneyên şaredarên CHPê yên girtî li salona kongreyê hatin daliqandin. Cîgirê Serokê CHPê Gokan Zeybek axavtina vekirinê kir.

Dadgehê xwest kongre were betalkirin
Her weha çend xulek berî destpêkirina kongreyê, 45emîn Dadgeha Hiqûq û Esliyeyê a Stenbolê daxwazek ji bo betalkirina kongreyê pêşkêş kir. Dadgehê dozên ku berê li dijî kongreyê û Meclîsa Giştî ya CHPê hatine vekirin wekî hincet ji bo betalkirinê nîşan da.
"Em ber bi desthilatdariyê ve dimeşin"
Serokê CHPê yê Bajarê Stenbolê Ozgur Çelik di saet 13:00ê piştî nîvroyê de derket ser dikê û gotarek dirêj pêşkêş kir. Çelik bi şandina silavan ji bo şaredarên girtî dest bi axaftinê kir.
"CHP partiya yekemîn e ku ber bi desthilatdariyê ve dimeşe. Îro, CHP partiya yekemîn a Tirkiyeyê ye. CHP di hilbijartina giştî de wê bibe desthilatdar. Em ê bibin dengê kesên ku nikarin debara xwe bikin. Ê ku edalet, azadî û demokrasiyê bînin vê axê em in."
Her wiha Çelîk ragihand ku Şaredarê Beylikduzuyê Murat Çalik, ku li Îzmîrê girtî ye, rakirine nexweşxaneyê û peyama hevgirtinê da.
Karmendên îcrayê daxwaza rawestandinê birin salonê

Karmendên daîreya îcrayê û parêzerê Ozlem Erkanê, Cevahir Kiliç, ji bo bicihanîna daxwaza rawestandinê hatin pêşiya salona kongreyê. Wan bi endamên partîyê û parlementeran re nîqaş kirin. Piştî nivîsandina girteyê, nîqaş bi dawî bû.
Biryara Lijneya Hilbijartinê ya Bilind a ji bo berdewamiya kongreyê li holê ji hêla Gokhan Zeybek ve hate ragihandin, ku ji hêla endamên partîyê ve bi dirûşmeyên "maf, hiqûq, edalet" hate pêşwazîkirin.
(EMK/AY)







