Parlementera Stenbolê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozgul Sakiyê li Girtîgeha Metîsê serdana LGBTÎ+yên girtî kir. Operasyonên navborî di 12ê Îlonê de li dijî rêxistin, aktivîst û cihên LGBTÎ+yan hatibûn kirin. Di wan operasyonan de gelek LGBTÎ+ hatibûn girtin.
Sakiyê têkildarî serdana xwe li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî daye. Sakiyê diyar kir ku girtiyan ji xizm û heskiriyên xwe re slav şandin.

Li Stenbolê di operasyonên li dijî LGBTÎ+yan de 20 kes hatin girtin
Sakiyê da zanîn ku mehek li ser girtîbûna wan re derbas bûye û bertek nîşanî ne berdana wan da.
“Tevî ku tu sedemeke tune ye da ku rojekê tenê jî girtî bimînin, di yekem nirxandina girtîbûnê de jî nehatin berdan.”
“Piştgiriya li derve hêzê dide wan”
Sakiyê ragihand ku mercên girtîgehê li gorî rojên destpêkê baş bûne û anî ziman ku ew bi rêvebirê girtîgehê re jî civiyaye û hin daxwazên girtiyan gihandine rêveberiyê.
Sakiyê diyar kir ku LGBTÎ+yên ku wê dîtiye, bi taybetî bal kişandine ser girîngiya piştgiriya li derve:
“Her yek ji wan bi cihêyî anî ziman ku piştgiriya li derve hêzê dide wan.”
Sakiyê destnîşan kir ku divê girtî di demek nêz de serbest bên berdan û daxuyaniya xwe bi banga piştgiriyê bi dawî anî:
“Lêbelê tişta herî girîng ew e ku em ji bo ku ew di zûtirîn demê de azadiya xwe bi dest bixin, têkoşîn û piştgiriyê kêm nekin.”

Polîsan bi ser Kaos GLyê de girt: Polîs ketin komeleyê, rêveber hatin desteserkirin
Çi bûbû?
Di 12ê Îlonê de di çarçoveya operasyonên “Malbata min di ewlehiyê de ye” polîsan li gelek bajaran bi ser komeleyên LGBTÎ+yan, malên aktivîstan û mekânên cuda de girtin.
Di operasyonan de gelek kes hatin desteserkirin. Di heman demê de malperên înternetê yên rêxistinên LGBTÎ+yan û hesabên medyaya civakî yên aktivîstan hatin astengkirin.
Derbarê neh LGBTÎ+ yên li Stenbolê hatibûn girtin de, di yekem nirxandina girtîbûnê ya mehane de biryara berdewamiya girtîbûna wan hate dayîn.
(NÖ/AY)





