Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan (IHD) di girtîgehan de 1154 girtîyên nexweş hene. Ji wan nexweşan jî rewşa 402 kesan gelekî xirab e.
Di heşt salan de du hezar û sê sed kesên girtî di girtîgehan de mirine.
Berî sê rojan ragirtîyê nexweş Koçer Özdal miriye.
Wezareta Edaletê par eşkere kiribû ku hejmara girtîyên di van heşt salên dawîyê de mirîn du hezar û sê sed e.
Lê Wezaretê sedema van mirinan eşkere nekiribû.
Rêjeya mirina girtîyan
Li gorî salan rêjeya mirinan wiha ye:
*Di sala 2009an de 242,
*Di sala 2010an de 260,
*Di sala 2011an de 285,
*Di sala 2012an de 286,
*Di sala 2013an de 265,
*Di sala 2014an de 312,
*Di sala 2015an de 373,
*Di sala 2016an de piştî meha Cotmehê 277 girtî.
“Ji malbata xwe xatir nexwestiye û miriye”
Berdevka Komîsyona Hiquq û Mafên Mirovan a Partîya Gelan a Demokrtîk (HDP), Ayşe Acar Başaran di daxuyanîya ku di derbarê mirina Özdalî da de behsa binpêkirina mafên girtîyekî nexweş kir:
“Rêxistinên Mafên Mirovan, Malbata wî û HDPyê her çiqas îsrar kiribin jî ji bo berdana wî jî nehta berdan.
“Özdalê 65 salî saxlem kete girtîgehê û di sala 2018an de di nava tabûtekî de ew dane malbata wî.
“Malbata Özdalî serî li IHDyê dabû.
“Rêxistinên mafan di daxuyanîyên xwe yî di derbarê Özdalî de behsa nexweşî û rewşa wî kiribûn.
“Koçer Özdal 9ê Tebaxê ji girtîgeha Samsun Bafrayê sewqî Nexweşxaneya Nımûneyê kiribûn.
“Piştî vê bûyerê bi mehû nîvê jiyana xwe ji dest da.”
(AS/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî