Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Freedom House rêxistineka azadiya fikirînê ye ku navenda wê li DYAyê ye, wê rêxistinê diyar kiriye ku pêl bi pêl li warên dîjîtal otorîterî zêde dibe.
Raporê diyar kiriye ku agahiyên ji bo mexsedekê hatîn guhertin(desenformasyon) wek jehriyê li nav civakê belav dibe, we dike ku kiriyarên tûndkar zêde bibin. Herweha bêyî destûrê komkirina agahiyên li ser kesan mahremiya wan binpê dike.
Raporê eşkere kiriye ku heşt sal in azadiya li warên dîjîtal bi îstiqrar bi paş dikeve. Li gor raporê parvekirinên ji bo propagandayê we dike ku êrîş li kêmneteweyên dînî û nijadî bibe.
Li hin welatên wek Rûsya û Misirê dewlet bi girtina rojnamegeran hewil dide dengên mixalif tine bike.
(HA/MB)