Nivîskar û siyasetmedar Osman Ozçelîk wê li Stenbolê pirtûka xwe ya bi navê “Sêvdîn - Mîrê Kela Rebatê” bike û wê pirtûkê îmze bike. Pirtûk yekem romana Ozçelîkî ye.
Bernameya gotûbêjê û îmzekirinê 1ê Adarê wê li Taksîmê, li Şa Performansê pêk were.
Înîsiyatîfa Ronak bernameyê saz dike ku wê di 17.00ê de dest pê bike.
Derbarê pirtûkê de
Pirtûk di dawiya sala 2019ê de ji hêla Weşanxaneya Avestayê hatiye çapkirin. Sêvdîn piştî mirina bavê xwe dibe mîrê kela Rebatê. Berovajî bavê xwe Sêvdîn mirovekî qûre ye. Ji pesindayînê re mirî ye. Lewma mirovekî tenê ye. Kesên li der û dora wî ji hezkirinê zêdetir jê ditirsin. Zilma wî jî heye çî ku. Roj û çaxê wî tê ew jî eynî wekî bavê xwe bi artêşa xwe tevlî şerên Selahaddîn Eyyubî dibe. Roman di heman demê de li ser Seladdînê Eyyubî jî bi hûrgilî diraweste. Berî biçe şer ji keça bazirganekî hezdike.
Ev keçik ji ber sedemên xwe yên taybet nikare dilê xwe jî singa xwe jî jê re veke. Sêvdîn çi namîne nayne serê wê. Du caran tevlî sefera Selahaddîn dibe. Her du caran jî bi tevî artêşa xwe, şervaniyeke bêhempa datînin holê. Piştî sefer tête ber qedandinê Sêvdîn destûr dixwaze û vedigere keleha Rebetê. Dilê jina xwe xweş dike. Roman di heman demê de li ser Emer Xeyyam, Şêx Evdilqadîr Ceylanî, Şêx Hadî, Îsa Begê Hekarî, Cezerî El Kurdî gellek mirovên navdar yên serdemê rawestiyaye. (FD)