Osman Kavala: Pêkanîna biryarên DMMEyê berpirsiyariya dewleta hiqûqê ye
Osman Kavala di doza Geziyê de cezayê girtîgehê yê muebeta girankirî stendibû. Kavala piştî biryara binpêkirinê ya Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê(DMME) ku di 25ê Tebaxê de hatibû aşkerekirin, îro daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Ji DMMEyê ji bo Kavala biryara xwe ya duyemîn da: “Divê demildest serbest bê berdan”
Kavala da zanîn ku biryara DMMEyê vekolîna pêvajoya cezakirinê li xwe digire û bal kişand ser wê yekê ku weke di biryarên berê yên DMMEyê de, di biryara dawî de jî hate teqezkirin ku “bêyî ku delîlên şênber û qanîker ên ku nîşan didin sûc hatiye kirin hebin, mafê azadiyê nayê astengkirin.” Û Kavala weha got:
“Biryara Daîreya Mezin a DMMEyê ya derbarê min de, vekolîna pêvajoya cezakirinê li xwe digire. Di vê biryarê de jî weke ku di du biryarên berê yên DMMEyê de hat teqezkirin ku heke delîlên zelal û bawerker ên li ser kirina sûc tune bin, mafê azadiya jiyanê ya kesekî nayê astengkirin. Di sala 2020an de, di doza yekem a Geziyê de jî dema ku biryara beraatê hat dayîn, ev rastî hatibû nîşandan ku ti delîlek ku nîşan bide min sûc kiriye tune ye."
DMMEyê bi vê biryara xwe ya dawî da nîşandan ku ev nêzîkatî nayê qebûlkirin. Dadgeh nikarin tenê bi nirxandinên giştî yên li ser bûyeran an jî bi texmînkirin û şîroveyên li ser niyet û armanca xebatan biryara cezakirinê bidin.
Kesên ku ti çalakiyek li dijî yasayan nekirine, nikarin rê li ber azadiya jiyana wan bigirin, ev prensîba bingehîn a mafên mirovan e. Parastina vî mafî û pêkanîna vê prensibê li saziyên dewletê, berpirsiyariya dewleta hiqûqê ye ku ji bo welatiyên xwe.
Cîbîcîkirina biryarên DMMEyê jî di bingeha xwe de ji bo pêkanîna vê berpirsiyariyê ye û ji bo vê yekê pêdiviye."
DMMEyê di biryara Kavala/Tirkiye (No. 2) de biryar da ku gelek mafên Kavala yên di çarçoveya Peymana Mafên Mirovan a Ewrûpayê (PMME) de hatine binpêkirin. Dadgehê destnîşan kiribû ku divê Kavala di demeke herî kurt de demildest serbest bê berdan û encamên mehkûmiyeta wî ji holê werin rakirin.
DMME, biryara xwe ya ji bo Osman Kavala aşkere dike
(HA/AY)