Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Osman Kavalayê ku li Girtîgeha Silîvrîyê girtîye bi "sîxurîya leşkeri yan sîyasî" hatiye sûcdarkirin.
Kavalayî, bi daxwaza girtinê ji bo 10em Dadgeha Ceza û Sulhê ya Stenbolê hatiye şandin. Herweha Kavalayî bi Sîstema Deng û Dîmenan (SEGBÎS) beşdarî danişînê bûye û piştî ku îfadeya xwe daye, wek “ sîxûr” hatiye tawanbarkirin û biryara girtina wî hatiye dayîn.
Serdozgerîya Komarî ya Stenbolê lêpirsîna Kavalayî di Buroya Sûcên Rexistînî û Terorî da bi rê ve birî ye. Di çarçoveya lêpirsînê da Kavalayî bi sûcê ''teşebusa xerabkirina pergala qanûnî'' wek tawanbar girtî bû. Kavalayî ji ber tekilîyên xwe yên bi xebatkarê kare derveyî yê DYAyê û Prof. Henrî Barkey, pisporê tekilîyên navnetewî yê Zanîngeha Leigheyê ra niha jî bi sîxurîyê tê tawanbarkirin.
Ahmet Şik, parlamenterê HDPyê yê Stenbolê sewqkirina Kavalayî ji bo girtinê li hesabê xwe yê twîtterê ragihandiye.
DMMEyê derbarê girtina Kavalayî da di 10yê Kanûna Pêşiyê ya 2019an da biryara binpêkirina mafan dabû. Kavalayî di 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017an da hatibû girtin.
Ji bo îtîrazkirina vê biraya DMMEyê 3 meh dema Tirkîyeyê hebû û ev dem wê di 10yê Adara 2020an da bi qede.
Ger Tirkiye îtiraz neke, biryara binpêkirina mafan a ku DMMEyê di 10yê Kanûna Pêşiyê ya 2019an da dabû wê bê mîsoger kirin. (EKN/AY/FD)