Karsaz û mafparêz Osman Kavala di 6emîn sala xwe ya di Girtîgeha Sîlîvriyê de daxuyanî da.
Kavala di daxuyaniya xwe ya nivîskî de bal kişand ser krîza mirovî ya li Filistînê berdewam dike û got ku ew ji ber vê yekê kêfxweş nîne ku hêjayî xelata Vaclav Havel hatiye dîtin..
“Tevî ku tu delîl nîne min sûc kiriye ez 6 sal in di girtîgehê de têm ragirtin. Dema ku ez li bendê bûm ku ev bi dawî bibe, bi biryara Dadgeha Bilind bêhiqûqî hat pejirandin û şert û mercên min yên cezayê girantir bûn.”
“Ez serbilind bûm ez hejayî xelata Vaclav Havel ku ew jî di dema xwe de di girtîgehê de maye, ji aliyê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê ve hatim dîtin. Lê belê êrîşa Hamasê ya li ser sivîlan û karesata ku ji ber bombebarana Îsraîlê ya li Xezayê pêk hat, firsenda şabûnê neda min. Hêvîdar im ku hemû rêxistinên navneteweyî li hember neheqiyên ku atmosfera teror û tundkariya ku li Filistînê dibe sedema êşên mezin, hesasiyeteke mezintir nîşan bidin û ji bo dabînkirina aştiyê li gorî pîvanên hiqûqa navneteweyî însiyatîfek xurt bigirin dest.”
Wekî ku Havel gotiye, 'ya herî girîng ew e ku hêviya xwe winda neke'. "Min hêviya xwe winda nekiriye ku qanûn dê li welatê min serwer bibe."
(AS/AY)