Di bin navê “Malbata min ewle ye” de li seranserê Tirkiyeyê di operasyonên ku li 15 bajaran pêk hat de rêveber, endamên saziyên maf ên LGBTÎ+yan û mafparêz hatin desteserkirin û girtin. Bi ser navendên komeleyan de hatin girtin û malper û hesabên wan yên medyaya civakî hatin astengkirin. Ev hemû bû sedem ku saziyên mafan yên navneteweyî bertek nîşan bide.

Polîsan bi ser Kaos GLyê de girt: Polîs ketin komeleyê, rêveber hatin desteserkirin
Komîsyona Ewropayê: Daxkirin û cûdakarî li dijî nirxên YEyê ye
Komîsyona Ewropayê ku li ser navê hemû dewletên endamên Yekîtiya Ewropayê bertek nîşan da û bi bîra Turkiyeyê xist ku ew welatekî namzetê Yekîtiya Ewropayê ye û wekî endamê Konseya Ewropayê berpirsiyar e ku mafên mirovan biparêze. Berdevkê Komîsyonê Christian Wigand berteka xwe bi van gotinan anî ziman:
“Komîsyon ji desteserkirin û pêvajoyên hiqûqî yên dawî yên ku li dijî aktîvîstên LGBTÎ+yan, komeleyên mafên mirovan û cihên kar hatine destpêkirin nîgeran e.”
Wigand bi taybetî destnîşan kir ku ji bilî astengkirina hesabên medyaya civakî û malperan, “îdîayên di derbarê fînansekiya rêxistinên civakî yên sivîl de” jî ji bo Komîsyonê cihê nîgeraniyê ne.
Berdevkê Komîsyona Ewropayê bi bîr xist ku Turkiye welatekî namzetê endamtiya YEyê ye û got:
“Enqere berpirsiyar e ku “bêyî berçavgirtina nasnameya zayendî an meyla zayendî, rêzgirtinê ji bo maf û rûmeta hemû kesan han bide û biparêze” û helwesta Komîsyonê bi vê hevokê derbirî:
“Daxkirin / demxekirin û cûdakarî li dijî nirxên Yekîtiyê ye.”
O’Flaherty: “Nirxên malbatê” nikarin sînordarkirina mafan rewa bikin
Komîserê Mafên Mirovan ê Konseya Ewropayê Michael O’Flaherty jî nîgeraniya xwe ya ji bo serdegirtin, desteserkirin û astengkirinên online ku li dijî rêxistinên LGBTÎ+yan û parêzvanên mafên mirovan hatine kirin, anî ziman û rasterast li dijî wê gotina ku di rewakirina operasyonan de dihat bikaranîn derket:
“Hêcetên weke ‘nirxên malbatê’ û ‘parastina zarokan’ nikarin sînordarkirina mafên mirovan rewa bikin.
O’Flaherty daxwaz kir ku kesên ku ji ber xebatên mafên mirovan an jî ji ber çalakiyên rewa yên civaka sivîl di binçavan de tên girtin, divê serbest bên berdan.

Di operasyonên li dijî LGBTÎ+yan de li Îzmîrê 16 kes hatin girtin
Çarçoveya operasyonê
Li gorî Wezareta Dadê, lêpirsîn ji aliyê 5 serdozgeriyan ve tê meşandin û 15 bajaran li xwe digire. Derbarê 162 kesî, 9 komele û 13 kargehan de lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Di daxuyaniyên derbarê lêpirsînên cuda de hat piştrastkirin ku zêdetirî 60 kes hatine desteserkirin, lê belê heta êvara 15ê Îlonê teqez bû ku herî kêm 26 kes hatine girtin ku ji van 16 kes li Îzmîrê, 5 kes li Kuşadasyê û 5 kes li Enqereyê ne. Ji ber ku lêpirsîna Dadweriyê ya 15 kesan li Enqereyê berdewam dike, hîn rewşa dawî diyar nebûye.
Saziyên navneteweyî pêşketinan ne tenê ji bo mafên LGBTÎ+yan, di heman demê de ji bo azadiya derbirîn, civîn û rêxistinbûnê ya li Turkiyeyê, ewlehiya parêzvanên mafên mirovan, dewleta hiqûqê û şert û mercên çalakiyên civaka sivîl ya serbixwe jî nirxandin.
Saziyên mafan: “Êrişeke hevrêzkirî ye”
Bi pêşengiya Komeleya Herêma Ewropayê ya Lezbiyen, Gey, Bîseksuel, Trans û Înterseksan a Navneteweyî (ILGA-Europe); bi beşdariya Parêzvanên Eniya Pêşî (Front Line Defenders), ILGAya Cîhanê (ILGA World), Torên Transan yên Ewropa û Asyaya Navîn (TGEU), Tora Mafên Mirovan a Ewropa-Derya spî (EuroMed Rights), Tora Ewropayê ya Federasyona Dêûbavtiya Plankirî ya Navneteweyî (IPPF European Network), Humanistên Navneteweyî û gelek saziyên din yên navneteweyî û neteweyî di daxuyaniya hevpar de bal kişandin ser pîvan û dema operasyonan.
Saziyan operasyon wekî “Li Turkiyeyê li dijî civaka sivîl a rêxistinkirî ya LGBTÎ+yan êrişeke hevrêzkirî” bi nav kirin.
Rastiya ku operasyon tenê çend demjimêran piştî astengkirina malper û hesabên medyaya civakî yên rêxistinên LGBTÎ+yan dest pê kirine jî, di daxuyaniya hevpar de wekî nîşaneya koordînasyonê hat nirxandin.

Raportorê Tirkiyeyê yê PEyê: "Operasyonên li dijî LGBTÎ+yan Tirkiyeyê dixe rêyeke tarî"
Fona navneteweyî nikare bibe delîlê sûc
Saziyên mafan li dijî wê yekê derketin ku fonên komeleyên LGBTÎ+yan ji çavkaniyên navneteweyî digirin bibe hêmanek ji lêpirsînê:
“Fînansman û hevkarîya navneteweyî ji bo civaka sivîl a serbixwe girîng e û ne delîlê xebata sûc e.”
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî: “Dawî li zextan bînin”
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî jî daxwaz kir ku li Turkiyeyê zexta li ser saziyên mafên LGBTÎ+yan bi dawî bibe û kesên ku ji ber xebatên mafên mirovan di binçavan de ne bên serbest berdan.
Rêxistinê berê jî li dijî tawanbarkirina parêzvanên mafên LGBTÎ+yan yên ji ber xebatên wan yên rewa yên mafên mirovan derketibû û teqez kiribû ku azadiya derbirîn û rêxistinbûnê bi hiqûqa navneteweyî ya mafên mirovan di bin gerentiyê de ye.

Li Çaglayanê kesên ku desteserkirina LGBTÎ+yan protesto dikirin jî hatin desteserkirin
Rûsya û Macaristanê jî “malbat” û “zarokan” dike hêcet
Beşeke girîng a saziyên navneteweyî ku li dijî operasyonên li Turkiyeyê derketin, bi salan e li dijî qanûnên ku mafên LGBTÎ+yan li Rûsya û Macaristanê sînordar dikin jî derdikevin.
Pêvajoya hiqûqî û astengiya ku li van hemû welatan heye ne di heman astê de ye. Lê di rexneyên saziyên mafan de bal tê kişandin ku li hemû welatan astengkirin bi heman mijarê re têne rewakirin: Mafên LGBTÎ+yan bi hincetên “parastina zarokan”, “nirxên malbatê”, exlaqê giştî û “propagandayê” tên sînordarkirin.
Hikûmeta Viktor Orbán li Macaristanê di sala 2021ê de qanûnên ku nîşandana naverokên li ser hevzayendî û nasnameya zayendî di weşan û materyalên perwerdehiyê yên ji bo zarokan de sînordar dikirin, bi hinceta “parastina zarokan” parastibû.
Li Rûsyayê di bin rêveberiya Vladimir Putin de qedexeyên ku bi hinceta parastina zarokan ji “propagandaya peywendiyên zayendî yên ne kevneşopî” dest pê kiribûn, paşê hatin berferehkirin da ku mezinan jî bigire nav xwe.
Dadgeha Bilind a Rûsyayê di sala 2023an de “Tevgera LGBT ya Navneteweyî” ku ne xwediyê rêxistineke navendî ye û bi vê navê avahiyek ava nekiriye, wekî “tundrew” ragihand.
(AEK/AY)



