Kesên ku duh (15ê Îlonê) li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kom bûbûn da ku operasyonên li dijî LGBTÎ+yan yên bi navê "Malbata min ewle ye" protesto bikin, hatin desteserkirin.
Nûçegihana BirGunê Sarya Topraka ku nûçe dişopand, nûçegihanê ARD TVyê ya Almanî Sener Azak û parêzer jî di nav de 109 kes bi midaxeleya polîsan hatibûn desteserkirin. Azak piştre serbest hat berdan.

Polîsan bi ser Kaos GLyê de girt: Polîs ketin komeleyê, rêveber hatin desteserkirin
Kesên hatin desteserkirin kirin sê kom û li navendên emniyetê yên li Vatan, Gayrettepe û Kuçukçekmeceyê belav kirin. Dema desteserkirina wan ji bo 24 demjimêran hat dirêjkirin.
Îfadeyên 109 kesên ku şev li emniyetê bûn, di saetên sibê de bi dawî bûn. Niha li benda fermana dozgeriyê ne. Li gorî fermanê wê eşkere bibe ka mafparêz wê îro sewqî dadgehê bibin an na.

Di operasyonên li dijî LGBTÎ+yan de li Îzmîrê 16 kes hatin girtin
“Pêvajo bi kiryarên li dijî hiqûqê hat meşandin”
Parêzer Serhat Alan got, “Pêvajoya desteserkirinê ji serî heta binî bi sepanên li dijî hiqûqê hat meşandin.”
Parêzer Alan diyar kir ku “tevî tunehesibandina qaîdeyên qanûna bi hejmar 2911an, biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û DMMEyê yên derbarê mafê civîn û xwepêşandanan de jî tune hesibandin” û axaftina xwe wiha domand:
“Ya xirabtir jî ew e ku her kesê hatî desteserkirin bi awayên cûda rastî îşkence û miemeleya xirab a polîsan hatin. Di nav van kiryaran de kelemçekirina ji paş ve ya ku bi saetan, dijûn, lêdan, miemeleya cûdakariyê û ferzkirina kontrola tenduristiyê ya li gel polîsan heye.”
“Emniyetê hewl da ku beyanên îşkenceyê tomar nekin”
Parêzer Alan anî ziman ku ji ber nebûna cih, kesên hatin desteserkirin şandin herêmên cuda û weha pêde çû:
“Ji dema desteserkirinên destpêkê hat kirin heta dawî em weke parêzer li qadê û li emniyetê bûn. Zêdetirî 12 saetan hevdîtina me hat astengkirin. Piştî ku hemû desteserkirî li Emniyeta Vatanê kom kirin ji ber kêmbûna kapasîteyê li Vatan, Kuçukçekmece û Gayrettepeyê hatin dabeşkirin. Îfadeyên desteserkiriyan di 16ê Îlona 2026an de li dora saet 7ê sibê bi dawî bûn. Di vê pêvajoyê de polîsan li Gayrettepeyê hewldan ku beyanên îşkenceyê tomar nekin. Ji ber ku dema desteserkirinê tijî bû û bi îdîaya dozgeriyê ku kiryar temam nebûne, li gorî prosedurê dema desteserkirinê 24 saetên din dirêj kir.”

Li Çaglayanê kesên ku desteserkirina LGBTÎ+yan protesto dikirin jî hatin desteserkirin
Çi bûbû?
Di 13ê Îlonê de di bin navê “Malbata min ewle ye” de li seranserê Tirkiyeyê di operasyonên ku li 15 bajaran pêk hat de rêveber, endamên saziyên maf ên LGBTÎ+yan û mafparêz hatibûn desteserkirin û girtin. Bi ser navendên komeleyan de hatibûn girtin û malper û hesabên wan yên medyaya civakî hatibûn astengkirin û dest danîbûn ser materyalên dijîtal.
Hevdemî operasyonan, ji bilî Kaos GLyê, gihiştina malperên înternetê û hesabên medyaya civakî yên gelek rêxistinên LGBTÎ+yan, aktîvîst û parêzvanên mafan hate astengkirin.
Li Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Kaos GLyê de 21 kes hatibûn desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi îdîaya ku di malpera înternetê û hin hesabên medyaya civakî yên Kaos GLyê de naverokên "mistehcen" hene ku zarok jî dibîne, lêpirsîn dabû destpêkirin. Her weha serdozgeriya aşkere kiribû ku lêpirsîn bi tohmeta "mustehceniyê" û di çarçoveya Qanûna Komeleyan de tê meşandin.
Li gorî Wezareta Dadê, lêpirsîn ji aliyê 5 serdozgeriyan ve tê meşandin û 15 bajaran li xwe digire. Derbarê 162 kesî, 9 komele û 13 kargehan de lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Di daxuyaniyên derbarê lêpirsînên cuda de hat piştrastkirin ku zêdetirî 60 kes hatine desteserkirin, lê belê heta êvara 15ê Îlonê teqez bû ku herî kêm 26 kes hatine girtin ku ji van 16 kes li Îzmîrê, 5 kes li Kuşadasyê û 5 kes li Enqereyê ne. Ji ber ku lêpirsîna Dadweriyê ya 15 kesan li Enqereyê berdewam dike, hîn rewşa dawî diyar nebûye.
(FY/AY)






