Di 15ê Îlonê de li ber Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê endam û nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, feminîst û LGBTÎ+ kom bûbûn da ku operasyonên li dijî LGBTÎ+yan yên di bin navê "Malbata min ewle ye" de tên kirin, protesto bikin. Ji wan 106 kes hatibûn desteserkirin.
Her weha 106 kes jî piştî kontrolên li nexweşxaneyê serbest bûn.

Operasyonên li dijî LGBTÎ+yan saziyên mafên mirovan li cîhanê rakirin ser piyan
Nûçegihana BirGunê Sarya Topraka ku nûçe dişopand, nûçegihanê ARD TVyê ya Almanî Sener Azak û parêzer jî di nav de 109 kes bi midaxeleya polîsan hatibûn desteserkirin. Azak piştre serbest hatibû berdan.
Kesên hatin desteserkirin kirin sê kom û li navendên emniyetê yên li Vatan, Gayrettepe û Kuçukçekmeceyê belav kiribûn. Dema desteserkirina wan jî ji bo 24 demjimêran hatibû dirêjkirin.

Polîsan bi ser Kaos GLyê de girt: Polîs ketin komeleyê, rêveber hatin desteserkirin
Îfadeyên 109 kesên ku şev li emniyetê bûn, duh di saetên sibê de bi dawî bûbûn û li benda fermana dozgeriyê bûn.
Çi bûbû?
Di 13ê Îlonê de di bin navê “Malbata min ewle ye” de li seranserê Tirkiyeyê di operasyonên ku li 15 bajaran pêk hat de rêveber, endamên saziyên maf ên LGBTÎ+yan û mafparêz hatibûn desteserkirin û girtin. Bi ser navendên komeleyan de hatibûn girtin û malper û hesabên wan yên medyaya civakî hatibûn astengkirin û dest danîbûn ser materyalên dijîtal.
Hevdemî operasyonan, ji bilî Kaos GLyê, gihiştina malperên înternetê û hesabên medyaya civakî yên gelek rêxistinên LGBTÎ+yan, aktîvîst û parêzvanên mafan hate astengkirin.
Li Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna li dijî Komeleya Kaos GLyê de 21 kes hatibûn desteserkirin.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê bi îdîaya ku di malpera înternetê û hin hesabên medyaya civakî yên Kaos GLyê de naverokên "mistehcen" hene ku zarok jî dibîne, lêpirsîn dabû destpêkirin. Her weha serdozgeriya aşkere kiribû ku lêpirsîn bi tohmeta "mustehceniyê" û di çarçoveya Qanûna Komeleyan de tê meşandin.
Li gorî Wezareta Dadê, lêpirsîn ji aliyê 5 serdozgeriyan ve tê meşandin û 15 bajaran li xwe digire. Derbarê 162 kesî, 9 komele û 13 kargehan de lêpirsîna edlî hat destpêkirin. Di daxuyaniyên derbarê lêpirsînên cuda de hat piştrastkirin ku zêdetirî 60 kes hatine desteserkirin, lê belê heta êvara 15ê Îlonê teqez bû ku herî kêm 26 kes hatine girtin ku ji van 16 kes li Îzmîrê, 5 kes li Kuşadasyê û 5 kes li Enqereyê ne. Ji ber ku lêpirsîna Dadweriyê ya 15 kesan li Enqereyê berdewam dike, hîn rewşa dawî diyar nebûye.
(FY/AY)
