Operasyoneke din li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê hat kirin
Di çarçoveya operasyona li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de, ji bo 20 kesan biryara desteserkirinê hatiye dayîn. 17 kes ji wan hatin desteserkirin.
Di çarçoveya operasyona gendeliyê ya li dijî Şaredariya Bajarê Mezin a Antalyayê de, pêlek nû ya desteserkirinan çêbû. Polîsan îro sibê 17 kes desteserkirin.
Şaredarê Bajarê Mezin Muhittin Bocek di çarçoveya lêpirsînek ku du meh berê li ser îfadeya îtirafkarek hatibû destpêkirin de, hate girtin.
Dozgeriya ku lêpirsînê didomîne, ji bo 20 kesan biryara desteserkirinê daye. Ji wan 17 kes hatin desteserkirin.
Di çarçoveya operasyonê de, ji bo Kanal Vê, ku li Antalyayê weşanê dike, qeyûm hate tayînkirin.
(Mİ/AY)
nûçeyên pêwendîdar
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.