Bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Bakırkoyê di çarçoveya lêpirsîna "madeyên hişbir" a ku li dijî navdaran tê birêvebirin de operasyoneke nû pêk hat.
Operasyon ji aliyê tîmên Fermandariya Cendermeyan a Bajar ve hat kirin. Lîstikvan Aras Bulut İynemli, Melis Sezen, Nilperi Şahinkaya, rapbêj Sefo û fûtbolîstê berê Hasan Şaş jî di nav de ji bo 18 navan biryara desteserkirinê hat dayîn.
Navên hatine desteserkirin
Navên ku di çarçoveya lêpirsînê de hatine desteserkirin ev in:
*Aras Bulut İynemli
*Sefo
*Melis Sezen
*Nilperi Şahinkaya
*Hande Demir
*Hasan Şaş
*Melis İşiten
*Yeliz Yeşilçimen
*Anıl Durmuş
*Hazal Filiz Kuçukose
*Volkan Akçıray
*Zeynep Akçıray
*Eda Guzelcik
*Sezer Çakır
*Sayat Zurnacı
Daxuyaniya dozgeriyê
Serdozgeriya Komarî ya Bakırkoyê derbarê lêpirsînê de daxuyaniyek da. Serdozgeriyê di daxuyaniyê de weha got:
"Di çarçoveya têkoşîna li dijî madeyên hişbir ku tenduristî û ewlehiya civakê dixe metirsiyê de, Serdozgeriya me ya Komarî lêpirsînek daye destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de delîlên bawerpêkirî hatine bidestxistin ku gumanbarên ku di nav gel de weke lîstikvan, stranbêj, karsaz û fenomenên medya civakî tên zanîn, madeyên hişbir bikaranîne, ji bo bikaranîna madeyên hişbir rê vekirine ango cih peyda kirine. Ji ber vê yekê Serdozgeriya me ya Komarî di roja 18/09/2026an de ferman daye Fermandariya Cendermeyan ku 18 gumanbaran desteser bikin, lêgerînê bikin, lêkolîna biyolojîk bidin çêkirin û piştî wergirtina îfadeyên wan, wan li Serdozgeriya me ya Komarê amade bikin."
(FY/AY)
