Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Operasyona Mûsilê di roja 4an de dewam dike. Îro hat daxuyandin ku hêzên Pêşmerge 9 gundan rizgar kirine. Serokwezîrê Îraqê Îbadî daxuyand ku pilana wan ê ji bo koçkirinan jî amade ye.
Îbadî di daxuyaniya xwe ya îro de wiha got: “Di çarçoveya mebesta operasyonê de hêzên artêşa Îraqê ber bi Mûsilê ve diçin.”
Îbadî anî ziman ku ew bi hêzên Pêşmerge re bi hevkarî tevdigerin û her çiqas ku rewş dijwar be û krîza aboriyê hebe jî pilana wan ê ji bo koçkirinan jî amade ye.
Pêşmerge: 9 gund hatin rizgarkirin
Operasyon di 4an de didome. Hêzên Pêşmerge îro daxuyand ku wan 9 gundan ji destê DAIŞê rizgar kirine.
Li gorî nûçeya Rûdawê hêzên Pêşmerge li eniya Başikayê herêma Turbeya Mele Reza û gundên Delîla Xerabe, Tisheraba Mezin, Tisheraba Piçûk, Pirhelanê li eniya Naveranê jî gundên Qaym, Simakî û Barime li eniya Tilskov-Tilkefê jî gundên Marorayê ji destê DAIŞê rizgar kirine.
Yek km maye ku bigihêjin Başikayê
Pêşmergeyê daxuyand ku hêzên wan gihiştine yek km dûrî Başikayê û li cihên ku hatine rizgarkirin jî ala Herêma Kurdistanê hatine daliqandin.
Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal got ku di encama operasyonê de DAIŞê gelek windahiyan daye lê ji ber ku şer didome agahiyek zelal bi dest nexistine.
Balafirên Hêzên Koalîsyonê jî derdora gundê Tisharabê bombe dikin.
“Pêşdîtina derbarê şer de zehmet e”
Fermandarê Yekîneyên 70. a Pêşmergeyan Cafer Şêx Mistefa daxuyand ku hêzên wan li eniya Xazirê nêzî 200 km kareyê kontrol kirine û got:
“Şîrove û nirxandinên derbarê şerê Mûsilê de zehmet e. Ji ber ku çawanî û pêkhatina şerên li dijî DAIŞê ne diyar e.”
Karayilan: Divê gelê Kurd yekgirtî bûna
Endamê Rêveberiya Konseya PKKê Mûrat Karayilan ji ANFê re axivî û derbarê operasyona Mûsilê de got: “Divê em gelê kurd di serdemeke wiha de yekgirtî bûna.”
Karayilan: “Tê nîqaşkirin ku piştî rizgarkirina Mûsilê wê rêveberiya bajêr ka destê kî de be. Beriya niha gelê kurd bi Mûsilê dihatin bi navkirin. Ji pirskirêka kurd re digotin “Pirsgirêka Mûsilê”. Lêbelê niha hemû demografiya Mûsilê hatiye guhertin.”
Li Parisê civîna derbarê Operasyona Mûsilê de
Li paytexta Fransa Parisê wê derbarê siberoj, demografî û operasyona li Mûsilê de civînek pêk were.
Amerîka, Erebistan Siûdî, Qatar, Fransa, Almanya jî tê de nûnerên nêzî 20 dewletan wê beşdarê civînê bibin. Li ser navê Tirkiyeyê jî Musteşarê Wezareta Karên Derve û Konsil Umit Yalçin dê beşdarê civînê bibe.
(AS/YO)