Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Operasyona TSKê ku li Cerablusê daye destpêkirin di roja 7an de didome. Piştî ku TSKê ji bo Cerablusê ji destê DAIŞê hilîne operasyon da destpêkirin, li herêm3e çiqas diçe şer û pevç3un zêdetir dibin.
TSKê îro daxuyand ku balafiran li 21 hedefan xistine û lê diyar nekir ka ew hedefana aydî kî ne.
Şerên li Efrînê gurtir bûn
Li rojhilatê sînor li herêma Kantona Efrînê jî şer gurtir bûn.
Sputnik Kurdistanê di nûçeya xwe de ragihand ku hêzên DAIŞ, El Nusra û OSO êrişî hêzên Ceyşul Suwar ya girêdayê Hêzên Suriya Demokratîk (HSD) kirine û şer gurtir bûye. Fermandarê Ceyşul Suwar Polat Rai di daxuyaniya xwe ya ji Sputnikê re got ku di encama şerên îro de hêzên wan 2 gundan ji destê DAIŞê rizgar kirine û wiha axivî:
“Duh bi şev saed di 01.00ê de êrîş anî li ser çeperên li rojhilatê başûrê Efrînê. Bi çekên giran êrîş kirin. Me jî bi awayekî xurt bersiv da. Di encama şer de ji DAIŞê kuştî û birîndar hene. Herwiha me 2 gund ji destê DAIŞê rizgar kir. Mi gundên Tilfiroş û Tilrihat rizgar kir. Ji ber ku di navbera sînorê me û wan de cî digirin grîngiya wan a stratejîk heye. Em niha pêş ve diçin. Balafirên hevpeymanê jî bi awayekî xurt çeperên DAIŞê bombebaran dikin.”
WSJ: Eger irkiye ber bi Al Babê ve pêş ve biçe wê Amerîka piştgirî bide
Wall Street Journal jî di şîroveya xwe ya îro de diyar kir ku Tirkiye dest bi operasyona Cerablusê kir lê Amerîka ji vê yekê re ne amadebû. Di nûçeya rojnameyê ku çavkanî weke rayedarên leşkerî hatiye nîşandan hat ragihandin ku Amerîka ji hêzên Tirkiyeyê yên ber bi başûrê Cerablusê ve diçin re ti piştgirî nade. Lêbelê eger Tirkiyeyê çeperên DAIŞê be ji xwe re bike hedef û ber bi Al Babê ve bimeşe wê ji hewayê ve piştgirî bo wan were dayîn.
Şîroveya Del Spiegelê
Kovara Del Spiegelê jî di nûçeya xwe ya weşana Internationalê de destnîşan kir ku Tirkiye armanca xwe ya operasyona li Sûriyê weke DAIŞ dide nîşan dide lêbelê armanca wan ê sereke YPG ye.
(HK/YO)