Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî nûçeya Reutersê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê operasyona li Baxozê de daxuyaniyek belav kiriye. Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku operasyona li Baxozê ya li hemberî DAIŞê di ponaxa dawiyê de ye.
HSDyê diyar kiriye ku pevçûnên herî dawî 19ê Adarê qewimî ne û ji wê rojê û bi şûn de pevçûneke berbiçav çênebûye.
Mustafa Balî, berdevkê ofîsa çapemeniyê yê HSDyê roja sêşemê li ser hesabê xwe yê Twitterê nexşeyek par ve kiribû ku di vê nexşeyê de herêma herî dawî ya di destê DAIŞê de xuya dike.
— Mustafa Bali (@mustefabali) 19 Mart 2019
Derxistina sivîlan berdewam dike
Komîteya Rizgarkirinê ya Navnetewî (IRC) jî daxuyaniyek belav kiriye û diyar kiriye ku nêzîkî 2 hezar zarok û jinên din ên li herêmê, birine kampa Holê ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê ye. Li kampê niha bi deh hezaran sivîl hene ku ji herêmên di bin destê DAIŞê hatine rizgarkirin, birine wir.
Fona Serjimarê ya Neteweyên Yekgirtî (UNFPA) roja pêncşemê daxuyaniyek dabû û diyar kiribû ku li gorî texmînan li Baxozê 7 hezar sivîl hene.
Trump tweet avêtiye
Donald Trump, Serokê DYAyê 7ê Sibatê gotibû ku “Ew li bendê ne di nava hefteyekê de daxuyanî bê dayîn û bê gotin ku herêm ji sedî sed ji destê DAIŞê hatiy derxistin”. Trump duh li ser hesabê xwe yê Twitterê nexşeyek par ve kiriye. Di vê nexşeyê de herêmên di destê DAIŞê de yên beriya ku Trump bibe serok û piştî bûye serok heye.
ISIS Caliphate two years ago in red vs. ISIS Caliphate TODAY. (Was even worse in November 2016 before I took office). pic.twitter.com/MUgfex4rCj
— Donald J. Trump (@realDonaldTrump) 20 Mart 2019
Mike Pompeo, Wezîrê Karên Derve yê DYAyê jî di dema serdana xwe ya Qudsê de wiha gotiye: “Çend metrekareyên dawî yên li Sûriyeyê jî divê em paqij bikin. Hîna karên ku em bikin hene”. (PT/FD)