Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Dozgerîyê biryara desteserkirina xwediyê Sozcûyê, Burak Akbay û sê xebatkarên wê da.
Operasyon li Sozcûyê hat kirin. Li gor rojnameya Sabahê operasyon ji bo lêpirsîna FETOyê(Rêxistina Terorî ya Fethûllahgir) hatiye kirin.
Ji bilî xwediyê rojnameyê biryar hatiye dayin ku berpirsê malpera rojnameyê, Melda Olgûn, berpirsê maliyê Yonca Kalelî û nûçegihanê rojnameyê Gokmen Ulu bêne girtin.
Burak Akbayê xwediyê rojnameyê li derveyî Tirkiyeyê ye.
Li gor rojnameya sabahê ew bi sûcên “digel ku ne endamê rêxistineka terorî ye jî li ser navê wê sûc kiriye” û “ji bo êrîşeka fizîkî ya li serokkomarî rê xweş kiriye.”
Li gor nûçeya Sabahê navnîşan û dîmenên otêla ku Recep Tayyîp Erdogan di şeva hewldana derbeyê hatî kirin de li malpera Sozcûyê hatiye belavkirin.(EA/MB)